Serrûpel Nûçe ENKS kiryarên PYD digihîne UN û herêma Kurdistanê

ENKS kiryarên PYD digihîne UN û herêma Kurdistanê

Belav bike


ENKS doh piştî ku Asayişa Rojava li bajarê Amûdê Serkirde û Endamê ENKSê Mihemed Şiwêş ji ber mala wî destgîr kirin bêyî ku sedemên vê kiryarê bidin xuyakirin daxuyaniyek ji bjarê Qamişlo li Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Di daxuyaniya ENKSê de hatiye ku, piştî lidarxistina kongireyê sêyemîn yê ENKS û bangewaziya wê bo yekrêziya mala Kurdî û girîngiya rêzgirtinê li rêkeftinên di navbera ENKSê û TEV-DEMê de, di heman demê de Asayişa PYDê van kiryarên ne mirovane û têrorîstî dike û rojane heval û alîgirên me destgîr dike.

Herwiha daxuyaniyê amaje bi bi çend kesayetî û welatiyên ku bê guneh ji aliyê “Asayişa PYD” ve hatine girtin û çarenivîsa wan nediyare wek her yek ji endamê komîta navendiya Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriyê PDKS “Hesen Remzî” û endamê komîta PDKS li Hesekê Esed Remezan û kurê û endamê ENKS û kesayetiya navdar li bajarê Amûdê Mihemed Şiwêş û hin welatiyên din.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ku: “Rewşa miletê Kurd van kiryarên ne di berjewndiya wî de qebûl û tehemul nake, em dê berdewam xebatê bo pirojeya neteweyî ya Kurdî bikin û em dê kiryarên PYD û basikên wê yên çekdar bighînin ber destê hêzên Kurdistanî û dezgehên Neteweyên Yekbûyî.” BAS