Ji duh ve balafirên şer ên Tirkiyê navend û çeperên gerîlayên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê didin ber bombeyan.
Li gorî agahiyan, balafirên şer şeva borî du caran li Qendîlê jî, ku navenda serekî ya PKKê ye, êrişî baregeh û çeperên PKKê kirine.
Li gorî daxuyaniya artêşa Tirkiyê, li Qendîlê û gellek deverên din, çeper û navendên PKKê li ber êrişên balafiran ketine.
Çavkanî û malperên nêzîkî PKKê jî ev yek piştrast kirine û ragihandine, balafirên Tirkiyê herî kêm du caran li Qendîlê dane.
Li aliyekî din, hikûmeta Tirkiyê eşkere kiriye ku li kêleka operasyonên leşkerî li hember DAIŞ, PKK û DHKP-C, operasyonên girtina alîgir û endamên wan rêxistinan jî didomin ku heta niha herî kêm 320 kes di çarçoveya wan operasyonan de hatine girtin.
Hikûmetê her wiha ragihandiye, operasyonên han dê bidomin. Rûdaw