Serrûpel Nûçe Barzanî li ser êrîşên li dijî PKK ji Davutoglu re çi got?

Barzanî li ser êrîşên li dijî PKK ji Davutoglu re çi got?

Belav bike


“Li beranber da Serok Barzanî dilgiraniya xwe nîşan da ku rewş gihîştiye vê asta metirsîdar û tekez jî kir ku me gelek daxwaz kir kêşe negihînin asta girjiyên zêdetir, ji ber ku aştî take rêya çareseriya kêşeyane û çendîn sal guftûgo baştire li yek demjimêr şer kirinê. Ji bo wê yekê Herêma Kurdistanê hemû hewlek dide ku rewş ji vê zêdetir nebe û vegerana proseya aştî baştirîn rêye ji bo çareseriyê.

“Serok Barzanî her wiha tekez dike ku ji bo sergirtina proseya aştî li gel hemû aliyan hemû hewlekî daye û niha jî ji bo nehiştina vê girjiyê her çi li şiyana wî de hebê dike û hêvîdare hemû aliyek vegerin li ser bingeha proseya aştiyê.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
25.07.2015″