Serrûpel Nûçe “Em amade ne navbênkariyê bikin“

“Em amade ne navbênkariyê bikin“

Belav bike

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniyê de ragihand: “Şevê din balafir û topxaneyên Tirkiyê, bi mebesta lêdana binkeyên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), çend navçeyên Herêma Kurdistanê bombebran û topbaran kirin.”

Barzanî wiha got: “Mixabin ew lêdan piştî wê yekê hatin ku serokê Koma Civakên Kurdistan çend caran ragihandibû ku, ‘agirbest û pêvajoya aştiyê ligel Tirkiyê bi dawî hatiye û ne Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ne jî birêz Abdullah Ocalan nikarin biryara çekdanîna PKKê bidin.’ Vê yekê jî rola wan di pêvajoyê de kêm kir û bandoreke mezin jî li raya giştî ya wî welatî kir, herwiha Hikûmeta Enqere xist bin guvaşeke mezin de.”

 Serokwezîr Barzanî wiha domand: “Herwiha di çend rojên borî de çend polîsek li Tirkiyeyê hatin kuştin, ku PKKê kuştina wan li xwe girt û vê yekê rewş aloztir kir. Pêvajoya aştiyê di navbera dewleta Tirkiyê û PKKê de, piştî hewl û karekî mezin, rewşa wê baş bibû û bi rastî dest pê kir û gellek qonaxên girîng jî derbas derbas kir, ku encamên wê pir bi bandor bûn li ser pêşkeftina demokrasî û pêkvejiyana aştiyane li Tirkiyê û başbûna jiyana xelkên wî welatî.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de ragihand: “Herêma Kurdistanê û bi taybetî Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî roleke pir girîng dîtin di dirustkirina agirbestê navbera Tirkiyê û PKKê û pêşxistxistina pêşvajoya aştiyê û gotûbêjên rasterast di navbera herdu aliyan de, ku birêz Ocalan, di encama rola ku Barzanî dît, ew jî wek alîyekî sereke di gotûbêjan de hat dîtin û têkelî bi wî re ne wek girtîyekî hat kirin, lê mixabin niha ji ber xeletiyan ew pêvajo hemû têk çûye. Herwiha ne ji curet û têgehiştina Serokomarê Tirkiyeyê birêz Recep Tayyip Erdegan ba ew pêvajo pêk nedihat û birêve nediçû.”

Serokwezîr Barzanî wiha got: “Birêz Mesûd Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî, amade ne bi rola xwe rabin bo dirustkirina agirbestê û destpêkirina pêvajoya aştiyê ji wî cihê ku lê rawestiya ye, ji ber ku tundutîjî û bikaranîna hêzê ti pirsgirêkê çareser nake.”

Barzanî daxuyaniya xwe wiha qedand: “Li vir em daxwaz ji PKKê dikin ku aram be û hemû hewlên xwe bide bo pêkanîna agirbestê û destpêkirina pêvajoya aştiyê, herwiha rolekê bidin birêz Ocalan û HDPê, û me jî bo hemû alîkariyekê amade ne.” Rûdaw