Îro derdora saet 12, otomobîleke rengê wê reş, ku 4 kes têde bûn, li taxa Kelasse, çûne pêşiya ofîsa serokê berê yê şaxê ENcumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê- ENKS li Hesekê, û ji wî xwestin ku bi wan re biçe, ji ber ku wî nexwestiye bi wan re biçe, ew bi zora sîlehan li otomobîlê siwar kirin.
Wan kesan gotine em Apocî ne, emê çend pirsa ji wî bikin û piştre vegerînin. Malbat dibêje ew asayîşa PYD ye.
Malbatê got, ew çûne cem asayîşê, ji wan re gotine ku haya wan ji Mehmûd Ocê tune ye.
Mehmûd Ocê serokê serokê berê yê ENKS çaxê Hesekê bû, berî were girtin bi serdanekê hatibû başûrê Kurdistanê.