Serrûpel Nûçe “Pêşmerge û PDK alîkariya YPG kirin”

“Pêşmerge û PDK alîkariya YPG kirin”

Belav bike

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslim di hevpeyvînekê de ligel rojnameyeke Erebî ragihand ku piraniya çekên YPGê, ji bazara reş tên kirîîn lê got ku di pirsa peydakirina çekan de hêzên pêşmerge û Partiya Demokrata Kurdistanê gellekî alîkar bû.

Li ser pirsa çawaniya dabînkirina mûçeyên şervanan, Salih Muslim dibêje ku şervanên YPGê mûçeyan wernagrin û tenê hêzên asayişê mûçeyan werdigrin û got ku Kurd li beşên din ên Kurdistanê bi alîkariyan piştgiriya wan dikin.

Derbarê nerîna wî li ser desthilatdarên Sûriyê, hevserokê PYDê got ku ti rewatiya desthilata niha nemaye û ew îtirafê pê nakin, ji ber ku hikûmeta Sûriyê îtirafê bi kurdan nake.

Li ser hebûna hêzên hikûmeta Sûriyê li Qamişlo Salih Muslim got ku hebûna hêzên hikûmeta Sûriyê di çargoşeya ewlekariyê li Qamişlo de di berjewendiya hemû aliyan de ye.