2 ciwanên penaberên Kurd ku li Almanya li bajarê Leipzig bi hev re di odeyekê de dijiyan, di navbera wan de li ser meseleyên siyasî şer derket. Destpêkê bi gotinan, piştre jî bi kêran, xortê bi navê Welîd Ebdulezîz (24) ji bajarê Hesekê, bi kêr û perçeyên caman êrîşî xortê bi navê Alan Gênco (18) ji Serê Kaniyê kir, û ew giran birîndar kir. Alan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Ji ber ku Alan Gênco piştgiriya PDK (Partiya Demokrata Kurdistan) dikir, û Welîd Ebdulezîz piştriya PKK dikir, pevçûn di navbera wan de derket.