PYD-YPG razîbûn Pêşmerge derbas bibin
Çavkaniyek agahdar eşkere kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê rêkeftin li ser vegera Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê da ku beşdarî bergirya bajarên Rojavayê Kurdistanê bikin.
Daxuyaniyeke pêwîst (Zinar Soran)
"Partiya Demokrata Kurdistanê Tirkiye" di facebooka birayê Mehmet Emin Kardaş de bi munebeta qitilkirina 50 saliya gorbuhişt Av. Faik Bucak nivîsek kurt ya bîranîn û sersexîyê weşandiye. Lê mixabin di vê daxuyaniyê de Av. Faik Bucak weke serokê giştî yê yekem nîşandaye ku ev aghdariyek şaş e!
Bultena nûçeyên siyasî pêşkêş dike (Vîdyo)
Li Albanya televîzoneke nû vebûye bi navê Zjarr Tv (televîzyona weke agir), di bultena nûçeyan de (360 Derece) spîkerek kincên dekolte li xwe dike û sînga wê xuya dibe, wê bultenê reytîng serûbinî hev kir.
PYD: PKK ji Qendîlê dernakeve
AVESTA KURD - Nûnerê PYD li Silêmaniyê Xerîb Hiso got Kurdistan mala me hermûyane û em li mala xwe ne mêvan in.
Jan Dost ji rewşenbîrên bakur çi dixwaze?
Rewşenbîriya kurdî di navbera du komkujiyan de: Ruboskî û Kobanî
Emerîka ji PYD dixwaze PDK-S bike şirîk
AVESTA KURD - Di hevpeyvîneke xwe de Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, Emerîka hewl dide ku li rojavayê Kurdistanê PYD û partiyên din nêzîkî hev bike ji bo ku her du alî bi hev re îdareya wî beşê Kurdistanê bikin.
Li gor hinek zanyariyan, Emerîka ji PYD dixwaze PDK-S û hêzên din weke şirîkên sereke li rojavayê Kurdistanê qebûl bike û pêşmergeyên rojava derbas bibin û bi hev re li ser erdê rojavayê Kurdistanê biparêzin.
Barzanî her wiha got, divê Tirkiyê alîkariya wê yekê bike ku li rojavayê Kurdistanê koalîsyonek di navbera YPG û hêzên din yên kurdî were çêkirin.
Mesrûr Barzanî: Divê PKK û YPG ji Şengalê derkevin
Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku serxwebûna Kurdistanê dê di şikandina DAIŞê de rolek mezin bilîze.
Sudan konsulxaneya xwe li Hewlêrê vekir
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja pêncşemiyê 02.07.2015ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Mihemed Omer sefîrê Sudanê li Îraqê û Yasîn Ewez konsulê giştiyê Sudanê li herêma Kurdistanê, kir.
YPG qebûl nake pêşmerge derbas bibin
AVESTA KURD - Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl di hevpeyvîneke xwe de li ser derbasbûna pêşmergeyan ji bo rojavayê Kurdistanê got, ew qebûl nakin hêzeke din derbasî rojavayê Kurdistanê bibe, YPG heye, "bila werin di nava YPG de cih bigirin".