Serrûpel Nûçe Barzanî: Bazên PKKê jî berpirs in

Barzanî: Bazên PKKê jî berpirs in

Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pirsên kovara Focus a almanî yên debarê rojeva Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn de bersivand.

 

Mesûd Barzanî diyar kir, keda wî jî di pêvajoya çareseriyê de heye û wiha got: “Sedemên xeteriya pêvajoya çareseriyê ya di navbera tirk û kurdan de bi tenê berpirs ne Serokomar Recep Tayyip Erdogan e, herwiha ev yek girêdayî baskê bazên PKKê ye jî ku aştiye naxwazin.”

 

Barzanî anî ziman PKKê hêza xwe gelekî mezin dibîne û wiha domand, rêkeftina di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de dê bandorekê girîng li herêmê bike.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî herwiha tirsa xwe da nîşandan ku pevçûn li Herêma Kurdistanê berfirehtir bibin.

 

Bi 30 balafiran operasyon

Ji aliyê din ve hat ragihandin Artêşa Tirkiyeyê îro bi 30 balafirên şerî dest bi operasyonekê li dijî binkeyên PKKê yên li Herêma Kurdistanê kirin.

 

Li gorî rojnameya Hurruyetê ya Tirkiyeyê ji balafirgeha Amedî 30 balafirên ji cureya F-16yê rabûn û li herêmên Çiyayê Qendîl, Zap, Metîna, Xakurk û Heftanîn êrişî baregehên PKK kirin.

 

Hat gotin 2 tankerên balafir jî beşdarî operasyona asmanî bûne.

Operasyona Artêşa Tirkiyeyê ya li Hrêma Kurdistanê li djiî baregehên PKK 24ê vê mehê dest pê kiribû. Rûdaw