Hêzên parastina gel hepeg ku baskê çekdarî yê PKKê ye, daxuyaniyek li ser teqandina boriya petrolê ya herêma kurdistanê û tirkiyê belav kir.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew ti carî êrîşî berjewendiyên herêma kurdistanê nakin û teqandina boriya petrola herêma kurdistanê bêyî fermana merkezî ya hpgê pêk hatiye.
Hepegê di daxuyaniyê de her wiha ragihandiye ku wê tîma ku êrîşî boriyê kiriye, nizanîbû ku borîya herêma kurdistanê ye.
Gerîlayên PKKê roja 29ê tîrmeha îsal li nêzîkî navçeya silopî ya şirnexê, boriya petrolê ya ku di navbera herêma kurdistan û tirkiyê de hatiye kişandin, teqandibûn.
Ev bûyer rastî nerazîbûna tûnd ya herêma kurdistanê hatibû.