Hat ragihandin ku navê Şeyh Abdurrahman Alagozê xwekuj, ku êrîşa terorî ya Sirûcê li dar xist, hat pesendkirin.
Li gor agahiyê ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlekariyê hildan, nasnameya êrîşakarê xwekujiyê ku êrîşa terorî ya li Sirûcê li dar xist, diyar bû.
Delîl û perçeyên laşê xwekuj ên ku li cihê bûyerê belav bibûn, hatin komkirin û ji bo lêkolînê şandin Enqerê.
Piştî lêkolîna laboratûwarê nasnameya êrîşkar Şeyh Abdurrahman Alagoz, bi teqezî hat diyarkirin.
– Malbata wî mala xwe terikand
Piştî ku nasnameya xwekuj Alagoz hat pesendkirin, malbata wî ya ku li Adiyamanê dima, mala xwe terikand. Li gor agahiyan, malbata êrîşkar çû cem xizmên xwe yên ku li derveyî bajêr dimînin.
Ji aliyê din ve derket holê ku çayxaneya lê ji bo DAEŞê milîtanan kom dikin jî di destê Yûnûs Emre Alagozê birayê xwekuj de ye. Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr û Şaredariyê, çayxane salek berî niha bi hinceta ku bê rûhsat e, girtibû.
Nêzî 6 mehan bû ku li her du birayên wek terorîst hatibûn îlankirin, digeriyan. Lê der barê wan de tu agahî tunebûn.
Zeynal Abîdîn Alagozê ajovan 2 meh berê ji bo zarokên xwe yên winda, serî li Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr dabû.
Lêpirsîna der barê bûyerê de berdewam dike. AA