Serrûpel Nûçe PYD televîzyona Rûdaw qedexe kir

PYD televîzyona Rûdaw qedexe kir

Belav bike

 Hênceta standina ruxsetê ji Rûdawê, wek ku di daxuyaniyê de hatiye, ew e ku Rûdaw xelkê han dide “dijminatiya gelê kurd û sazî û şehîdên gelê kurd” bikin. Herwiha li gorî daxuyaniya Kantona Cizîrê, Rûdaw xelkê teşwîqî “bikaranîna tundûtûjî û dirustkirina tevlîheviyê dike, bi rêya gurrkirina pêkhateyên Sûriyê li dijî hev û belavkirina bîr û baweriyên nijadperest û şovenîst.”

 

Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vê biryara çewt û dijî demokrasiyê ya Kantona Cizîrê ya ser bi PYDê şermezar dike. Rûdaw bi dilgiranî Kurdistan û cîhanê ji bertengbûna azadiya rojnamevanî li wê kantonê û kantonên din ên li jêr desthilata PYDê agehdar dike.

 

Ev biryar di demekê de derdikeve ku, tevî têbîniyên civaka navneteweyî û aliyên Kurdistanî li ser şêweya îdarekirina kantonan, lê tîmên rojnamevanî yên Rûdawê li seranserê Rojavayê Kurdistanê hertim di karê xwe de pabendî yasa û qanûnên kantonan bûne. Rojnamevanên Rûdawê ticarî ji erkên xwe yên pîşeyî derneketine û ji medyaya PYD û PKKê profesyoneltir rûmala bûyerên Rojavayê Kurdistanê kirine. Vê yekê jî kir ku Rûdaw bibe dezgeha medyayê ya herî hezkirî di nav xelkên Rojavayê Kurdistanê de. Çimkî wek çawa kêmasiyên di kantonan de nîşan daye, bi heman awayî jî giringî daye pêşketin û pêşveçûnên Rojavayê Kurdistanê.  

 

Di dema borî de, çend rojnamevanên Rûdawê ku xelkê Rojavayê Kurdistanê ne, ji aliyê karbidestên Rojavayê Kurdistanê ji mal û warên xwe hatin derkirin. Bi berdewamî jî astengî li pêşber rûmalên Rûdawê li wê kantonê hatine dirustkirin û gef li rojnamevanên Rûdawê hatine xwarin, lê ticarî ev nebûye sedem ku Rûdaw û rojnamevanên wê bertekên nepîşeyî nîşan bidin.  

 

Cîhan û Kurdistan şahidiyê didin ku rojnamevanên Rûdawê bi rûmal û karê xwe yê profesyonel dengê Kobanî gihandin mezintirîn biryarbidestên cîhanê û kirin ku biryarên dîrokî bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê derkevin. Rûdawê di demekê de ev kar ji Kobanî û Rojavayê Kurdistanê re kir ku karbidestên PYD û kantonan astengî li pêşiya karê rojnamevanên Rûdawê dirust dikirin.

 

Hebûna rojnamevanên Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê derfeteke zêrîn e bo PYD û rêveberiyên kantonan daku bi sûdwergirtina ji endamtiya Rûdawê di Tora “ENEX”ê de, ku mezintirîn dezgehên medyayê yên cîhanê tê de endam in û hevkariya hev dikin, dengê xwe bigihînin hemû dinyayê. Bi standina ruxsetê ji tîmên Rûdawê, kanton vê pencereyê li ber xwe digirin.  

 

Tora Medyayî ya Rûdawê xelkê Rojavayê Kurdistanê piştrast dike ku wê li gorî hezkirin û baweriya wan bimîne. Biryara qedexekirina karkirina tîmên rojnamevanî yên Rûdawê li Kantona Cizîrê jî bandorê li ser profesyoneliya rûmalên Rûdawê derbarê Rojavayê Kurdistanê nake.

Di heman demê de, tê çaverêkirin ku Rêveberiya Kantona Cizîrê ya ser bi PYDê ve biryara xwe ya çewt di bin çavan re derbas bike û ji nû ve tîmên Rûdawê bikarin dest bi karê xwe yê rojnamevanî bikin. Çimkî azadiya rojnamevanî dikare bibe motîfek ku ciwanên Rojavayê Kurdistanê hest bikin ku hîn jî hêvî heye bo jiyaneke azad li Rojavayê Kurdistanê û wiha jî dev ji koça xwe ya bi kom berdin ku her roj medyaya cîhanê rûmal dike.

Rûdaw daxwazê ji rêxistinên navneteweyî yên taybet bi parastina mafên rojnamevanan û azadiya rojnamevanî û mafên mirovan dike ku zext û fişaran li ser PYD û kantonên wê zêde bikin daku li şûna bertengkirina azadiya rojnamevanî, atmosfêrekê bo rojnamevanan biafirînin ku bêyî tirsa li ser çarenûsa xwe û bêyî ku hest bikin li welatekî wek Koreya Bakur dijîn, karê xwe yê rojnamevanî bikin.

Ji îro û bi şûn de jî, berpirsiyariya ewlekariya jiyana tîmên rojnamevanî yên Rûdawê dikeve stûyê berpirsên kantonên girêdayî PYDê. Hemû rêxistinên navneteweyî û konsulxane û balyozxaneyên welatan jî li Hewlêrê û welatên din ji vê yekê tên agehdarkirin.

 

Tora Medyayî ya Rûdawîê

Hewlêr – Kurdistan

04.08.2015