Serokê Herêma Kurdistanê Meûsd Barzanî di daxuyaniyeke nivîskî de helwesta xwe derbarê kirîza seroaktiyê de ragihand.
Li gor vê daxuyaniyê, Mesûd Barzanî pêşniyar kir, pirsa Serokatiya Herêma Kurdistanê û çawaniya hilbijartina serok bi rêya refrandumê bê yekalîkirin û bo çareserkirina wê pirsê ji gel were pirsyarkirin.
Serok Barzanî debarê çareserkirina kirîza kursiyê Serokatiya Herêma Kurdistanê de 3 pêşniyar dan.
Pêşniyarê Barzanî derbarê kirîza seroaktiyê de ev in:
- 1-Bo çareserkirina arîşeyan, xwesepandin û şêweya kodetayê ti encamek nabe û nayê qebûlkirin jî.
- 2-Hemû partiyên nava hikûmetê û parlamentoyê lezê bikin bigihîjin rêkevtinekê û li ser çareserekê lihev bikin ku di berjewendiya gel û niştîman de be.
- 3-Eger alî negihîştine lihevkirinê, pêwîst e em ber bi hilbijartina pêşwext ve herin.
rûdaw