Serrûpel Nûçe Emerîka: Em razî nabim Tirkiyê êrîşî YPG bike

Emerîka: Em razî nabim Tirkiyê êrîşî YPG bike

Belav bike

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mark Toner di bersiva pirsyareke peyamnêrê Rûdawê li Washingtonê Namo Ebdullah de ragihand, rêkeftina wan ligel Tirkiyeyê ew e ku êrişî PYDÊ neyê kirin.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner di daxuyaniyekê de ragihand, derbarê êrişkirina ser çekdarên girêdayî Partiya Yekîtiya Demoktratîk (PYD) wan ti lihevkirinek bi Tirkiyeyê re nekiriye.

 

Mark Toner got: “Em razî nabin êrişî ser PYDî were kirin.”

 

Derbarê daxuyaniya Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Feridun Sinirlioglu de jî ku gotibû, wan (Tirkiye) bi Amerîkayê re derbarê avakirina Herêma Ewle lihev kirine û ew dê bi hev re Herêma Ewle li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê damezrînin û bi hev re êrişî çekdarên DAIŞê û PYDê bikin, eger ew derbasî nava wê herêmê bibin, Mark Toner wiha got:

 

“Ez ne agahdarê daxuyaniyên Sinirlioglu me, lê belê rêkevtina me ligel Tirkiyeyê li ser encamdana êrişên esmanî ye û derbarê herêma Ewle de nine.”

 

Ew daxuyaniya Amerîka piştî çend saetan derbasbûn bi ser daxuyaniya Şêwirmendê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Feridun Sinirloglu hat, ku gotibû, Enqere û Washingtonê li hev kirine di demên pêwîst de li PYDê bidin.

 

Sinirlioglu herwiha dabû xuyakirin, Tirkiye û Amerîka gihîştine rêkevtinê da ku herêmeke ewle di nava axa Sûriyeyê de û bi dirêjiya 98 km û panîtiya 45 km pêk bînin.

 

Ew herêma ku Sinirlioglu behsa wê dike, dikeve Rojavayê Kurdistanê û di navbera her du herêmên kurdî yên Kobanî û Efrînê de ye.

 

Sinirlioglu di beşeke din a daxuyaniya xwe de gotibû, Enqere û Washington dê bi hev re êrişî çekdarên girêdayî PYDê û DAIŞê bikin, eger hêzên wan derbasî nava wê herêma ewle bin ku ew dixwazin damezrînin.

 

Li gor daxuyaniya wî bepirsê Tirkiyeyê, ew dê rêvebiriya wê herêmê jî radestî hêzên ser bi Artêşa Azad a Sûriyeyê ve bikin.

 

Piştî rêkevtina Tirkiyeyê û Amerîkayê bo vekirina binkeyên leşkerî yên Tirkiyeyê di rûyê balafirên Amerîka û hevpeymanan de bo encamdana êrişên esmanî li dijî çekdarên DAIŞê, rayedarên her du welatan çendçn caran derbarê çawaniya rêkevtinê, pêkanîna Herêma Ewle û lêdana PYDê de daxuyaniyên cuda û li dijî hev dane.

 

Herêma Ewle çî ye?

 

Herêma Ewle ku bi îngilîzî jê re tê gotin: Buffer Zone, ew herêm e ku navbeynê dixe navbera du koman an jî du aliyên şer de ku ji hev  cuda bin û çeperê li hev negrin.

 

Herêma Ewle piranî di navbera hêzên leşkerî de tên avakirin ku armanc ji avakirina wan parastina xelkê sivîl ji wan şeran e ku li herêmekê yan jî welatekê diqewime. Sînorên Herêma Ewle pêwîst e  ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bên parastin.

 

Wek mînakekê ji avakirina herêmên bi wî awayî re, Herêma Ewle ya li Başûrê Kurdistanê û Bakurê Iraqê bû ku 23 sal berî niha û piştî êrişên rejîma berê ya Iraqê bo ser Kurdistanê û penaberbûna bi milyonan kurdên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate damezrandin.

 

Di sala 1991an de Encûmena Asayişa Navdewletî hêla 36 wek Herêma Ewle destnîşan kir ku sînorê wê herêmê dikete Başûrê Kurdistanê. Piştî damezrandina wê herêmê, hat qedexekirin ku balafirên şer ên artêşa Iraqê bi ser esmanê Başûrê Kurdistanê de bigerin û herwisa ew yek jî hat qedexekirin ku artêşa Iraqê hêzên xwe yên bejayî jî derbasî wê herêmê bike.

 

Herêma Ewle ya Tirkiye dixwaze li kurdê ye?

 

Ew cihê ku Tirkiye dixwaze tê de herêmeke qedexekirî rabigihîne, di nava sînorê Rojavayê Kurdistanê de ye û di navbera her du herêmên Kobanî û Efrînê de ye.

 

Li gor plana Tirkiyeyê, pêwîst e di deverên navbera Mari û Cerablusê de, wate ji bakurê Helebê ve heta Idlibê û ji wir heta bakurê Laziqiyeyê Herêma Ewle were pêkanîn.

 

Rayedarên Tirkiyeyê di daxuyaniyên xwe de dibêjin, ew herêm dê bi dirêjiya 98 km û panîtiya 45 km bê damezrandin û dê ji aliyê baalfirên Tirkiyeyê û hevpeymanan ve were çavdêrîkirin.

 

Herwiha Enqere dixwaze li çend cihên din ên wek çend deverên parêzgeha Hesekê, Kobanî û çend cihên din herêmên qedexekirî ava bike. Rûdaw