Îro cenazeyên 67 şehîdên êzîdî yên ku ji gorrên komî hatine derxistin, gihîştin devera Şerfedînê ya Şingalê. Cenazeyên wan şehîdan dê bi merasimeke fermî li Şerfedînê werin veşartin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di merasimê de beşdar bûye. Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir û ragihand, Şingal dê were rizgarkirin û bikeve ser Herêma Kurdistanê…
Di merasîma veşartina şehîdên êzîdî de, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, Wezîrê Şehîd û Enfalkiriyan Mehmûd Salih, şandeke Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, mamostayên ayînî yên îslamî û mesîhî, gellek rayedarên din ên Başûrê Kurdistanê beşdar bûne.
Serokwezîr got, “Em nahêlim bostek axa Kurdistanê di destê dijmin de bimîne”