Serrûpel Nûçe Kîjan rojnamevanê başûr çû serdana Davutoglu?

Kîjan rojnamevanê başûr çû serdana Davutoglu?

Belav bike

Davutoglu diyar kir ku di 1emîn Şerê Cîhanê de ji bo rûmeta gelê Rojhilata Navîn, Bexda, Mûsil, Kerkûk, Hewlêr, Silêmanî û Basrayê cara dawîn li Kut’ul Ammareyê hatin bal hev û wiha dewam kir: ”Pişt re destên me ji hev du kirin. Welat ji hev du qetandin, ev têra wan nekir vê carê bajar jî perçe kirin, gotin ‘Ev bajarê ereba ye’, ‘Ev bajarê tirka ye’, ‘Ev bajarê kurda ye’, ‘Ev bajarê sinuyan e.”

Davutoglu got ku helwesta Tirkiyeyê ya ji bo Rojhilata Navîn her dem baş bû û wiha dewam kir: “Hemûyê Rojhilata Navîn pê zane ku me ji bo xurtkirina peywendiyên Sûriye û Tirkiyeyê çiqasî hewl da. Heta ku Beşşar Esad dest bi zilma ser gelê xwe kir. Me dît ku li Hewlêr û Silêmaniyê ji bo kurd û tirkan ji hev re bikin dijminan çiqasî hewl da; lê belê bi ser neketin û îro li bazar û sûkên Hewlêrê dibînin ku ji tirkan çiqas hez dikin. Herwiha em li Tirkiyeyê jî mihabeta navbera tirk û birayê xwe yên hewlêrî de dibînin.”

Davutoglu got “Dema ku li Sûriyê DAEŞê êrîş bir ser ereban me jî êrîşê DAEŞê kir lê ev êrîş ne dijî ereban bû; herwiha li Iraqê jî me dijî PKKê operasyon kir lê ev êrîşa ser PKKê ne dijî gelê kurd hat kirin. Îro li derveyî sînor birayekî me yê kurd zirarê bibîne ewil em ê herin hewara wî.”

Serokwezîr Davutoglu got ku me him ji 500 hezar kurdên ji ber êrîşa Saddam ji Helepçê reviyan re him jî kurdên ji ber êrîşên Esed reviyan re deriyên xwe vekir û tu caran ji wan pirsa nasnameyê nekir.

Davutoglu destnîşan kir ku ew ji bo têkiliyên xwe yên bi Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê re geştir û xurttir bikin hewl didin û ew ê hewl û xebatên wan bidomin û wiha dewam kir: “Li gel tehrîkan me bi Hewlêr û Silêmaniyê re biratiya xwe xurt kir. Niha zehf baş tê bîra min, di salên 2007, 2008an de me hevdîtinên xwe yên bi Barzanî re veşartî dikirin. Em mecbûr diman ki wisa bikin; lê îro her du alî jî hev du ziyaret dikin û li pêşberî hemûyan dostaniya xwe nîşan didin.”

Davutoglu got hin alî êrîşên ser PKKê wek dijî kurdan hatibe kirin nîşan didin û wiha dewam kir: “Na hevalino, operasyonên ku dijî PKKê tên kirin ne li dijî gelê kurd in. Birayên me yên kurd ên derveyî sînor û birayên me yên tirk ên derveyî sînor ji bo me ezîz in, emanetên dîrokî ne. Dîrokê em kirine bira. Lewra di nav welatiyên me de welatiyên me yên kurmanc jî hene. Welatiyên me yên zaza jî hene. Welatiyên me yên tirk jî hene. Xizmên wan xizmên me ne jî, birayên wan birayên me ne jî. Kî bibêje Tirkiye dijî kurdan şer dike dê bêbextiya herî mezin li me bike.”

– 15 sal berê qedexe hebû

Li Tirkiyê 15 sal berê guhdarkirina stranên kurdî, pirtûkên kurdî, qedexe bûn. Wê çaxê rewşa awarte hebû. Wê serdemê dayikan nikaribû bi zarokên xwe yên di girtîgehan de bûn re bi kurdî xeber bidin… Davutoglu got me rewşa awarte rakir û rê li ber hemûyan vekir ku bi zimanê xwe weşanê bikin.

Davutoglu got ku êdî kes nikare li Tirkiyê qala çewisandin û asimilasyonên ku di serdema 12ê îlonê de dihatin kirin bike, hûn jî şahid in.

– Kes ji kesî ne zêdetir e ne jî kêmtir

Davutoglu wiha pê pê de çû: “Heke pêvajoya çareseriyê berdewam bike, heke çek bên danîn, komên çekdar wekî ku soz dabûn ji sînorê Tirkiyê derbikevin wê gavê dê Tirkiye jî li dijî kesî operasyonan meke. Em welateke demokratîk in û wekî pêwîstiya demokrasiyê bangî hemû welatî û birayên xwe yên li Sûriye û Iraqê dikin dibêjin werin em bi hev du re û di nav aştiyê de bijîn.” AA