Serrûpel Nûçe Barzanî piştgiriya banga Kosret Resûl dike

Barzanî piştgiriya banga Kosret Resûl dike

Belav bike

 

Serokwîzrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sipasiya Cîgirê Sekretêrê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resul kir ji bo ku piştevaniya projeya Cîgirê Sekreterê YNKê Berham Salih dike.

 

Cîgirê Sekreterê YNK Kosret Resûl di peyamekê de daxwaza tifaqê ji hemû aliyên Kurdistanê kir û piştevaniya xwe bo pirojeya Cîgirê Duyem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih ragihand.

 

Cîgirê Serokê PDK Nêçîrvan Barzanî ji bo vê helwesta Kosret Resul sipasiya wî kir û wiha got:

 

“Em piştevaniyê peyama Kosret Resûl dikin bo pêkanîna tifaqê û em tekez dikin ku PDK hewlek mezin daye bo yekrêziya niştimanî û dirustkirina tifaqekê. Niha jî tekez li ser parastina yekrêziya dike û em di wê baweriyê de ne ku hevpeymaniya me ya çendîn sal ligel YNK, erkekî mezintir dixe ser milê herdu aliyan bo avakirina tifaq û yekrêziyeke nû ya siyasî û niştimanî li Kurdistanê.”

 

Herwiha Nêçirvan Barzanî derbarê projeya Berhem Salih de jî wiha got:

 

“Di heman demê de, em di wê baweriyê jî de ne ku pirojeya Berhem Salih dikare bibe bingeha gotûbêjan bo gihîştin bi tifaq û yekrêziya ku xelkê Kurdistanê û dostên me daxwaza wê dikin.” Rûdaw