Serrûpel Nûçe YE îro nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike

YE îro nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike

Belav bike


Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li YEyê , Dilawer Ajgeyî, ji KDP.info re ragehand ku, biryar e YEyê îro Yekşemê ofîsa xwe li Hewlêrê veke, ew jî biştî hewldanên serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê bi taybetî jî hewldanên Serok Barzanî û kak Nêçîrvan Barzanî û fermangeha peywendiyên derve ya hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Ajgeyî diyar kir jî ku, vekirina nûneratiyê gaveke girîng e ji bo bihêzkirin û geşkirina peywendiyên YEyê û Herêma Kurdistanê.

Herwiha Ajgeyî vekirina nûneratiya YEyê bi destkefteke dîrokî bo Herêma Kurdistanê da zanîn û got: “Ev piştgiriyeke siyasî ya bihêze, hevdem peyameke zelal e ku YEyê girîngiyê dide Herêma Kurdistanê û pêgeha wê li navçe û cîhanê de.”

Di demên borî de, peywendiyên Herêma Kurdistanê û YEyê bi awayekî berçav geş bûne û gehiştine astekî gelekî baş, het ku niha YEyê nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê vedike.