Serrûpel Nûçe Hunermend Mehmûd Ezîz nexweş e

Hunermend Mehmûd Ezîz nexweş e

Belav bike

 

Mehmûd Ezîz Şakir niha li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dijî û nexweş e.


Hunermend Mehmûd Ezîz Şakir di sala 1950yê de li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bû û ji temenê 13 salî ve dest bi gotina stranan kiriye.

 

Mehmûd Ezîz Şakir di destpêka karê xwe yê hunerî de li radyoya Bexdayê di salên 1969 û heta sala 1973an, de çend stran tomarkirin û ew yek ji hunermendên pêşî bû yên ku ji Rojavayê Kurdistanê stran li radyoya Bexdayê tomar kirin.

 

Yekem strana tomarkirî ya Mehmûd Ezîz strana “Gulîzar” ku ji helbest û awazên birayê wî awazdaner Mihemed Elî Şakir bû. Bi gotina Mehmûd, hebûna birayê wî Mihemed Elî yek ji sedemên pêşketina wî bû di warê strangotinê de.

 

Helbestvanê mezin yê koçkirî Yûsif Berazî (Bêbuhar) jî bandoreke mezin li ser Mehmûd Şakir çêkiribû.

 

Mehmûd Ezîz Şakir di salên 70yan de Koma Serkeftin li bajarê Beyrûtê yê paytexta Libnanê damezrand û jiyana xwe di navbera Bexda û Beyrût û Rojavayê Kurdistanê de derbas kir. Piştre ew li bajarê Helebê niştecî bû û di destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011 de mala wî jî mîna ya gelek xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê wêran bû. Ji ber vê yekê wî berê xwe da bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, lê ew gazinan ji neguhdanê dike di demekê ku rewşa wî ya saxlemî jî roj bi roj xirabtir dibe.

 

Mehmûd Ezîz ku li Rojavayê Kurdistanê xwedî dibistaneke taybet ya hunerî bû û pir bi navûdeng bû, niha wek hunermedê bextreş tê naskirin ji ber ku li gor hunera ku pêşkêş kiriye û xwedanê 300 stranî ye, qedrê hunera wî nehatiye zanîn, tevî ku piraniya stran û berhemên wî di xizmeta doza kurdî de bûn. Niha jîa kes li hal û rewşa hunermendê bextreş napirse.

 

Mehmûd Ezîz xwedan kêf bû û aşiqê civat û çûn û hatinê bû, lê niha melûl e û kesekî li dora xwe nabîne.

 

Mehmûd Ezîz Şakir bavê 6 zarokan e, tembûra wî jî zaroka wî ya 7an e, di nexweşiya xwe de û di rewşa xwe ya xirab de jî destê xwe di ser tembûra xwe re dibir da ku ji hogir û hezkerên xwe re bêje ez hîn sax im.

Rengîn Şero – Rûdaw