Serrûpel 2015 Tebax

Arşîva mehane: Tebax 2015

YPG û DAIŞ esîr bi hev guhertin (foto)

Li gor hinek agahiyan, bi hev guhertina esîran li gundewarên Hesekê çêbû ye, ew jî bi alîkariya rîsipiyên eşîretên Ereb û Kurd. Di wê bi hev guhertina esîran de, 3 çekdarên DAIŞ ji aliyê YPG ve serbest hatine berdan, yek ji biyanî bû ye, 2 jî xelkê Sûrê bû ne. DAIŞ jî ji aliyê xwe ve 3 şervanên YPG serbest berdan, yek ji wan fermandarekî YPG bû ye.

Mesrûr Barzanî: Gel dixwaze serok hilbijêre

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî ragihand ku, partiya wî rijd e li ser wê yekê ku serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve were hilbijartin û eger tifaqek çênebû, bila xelk biryarê bide.

Rojda li Almanya di bin emeliyatê de mir (foto)

Rojda Elî, keîa Qadir ya 18 salî, dema ku li Helebê şer derket, tevî malbata xwe reviya Kobanî. Li Kobanî jî dema ku şer derket, bi malbata xwe re çû Tirkiyê. Di mîdeya wê de nexweşî hebû, lê qedexe kirin xwarinê bixwe. Mehekê bê xwarin ma. Li Tirkiyê birin nexweşxaneyê, lê dermankirina wê îhmal kirin. Birin Almanya, li Almanya di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da. Malbata wê dibêje, kesek xwedî li wê derneket, îhmalkirin bû sedema mirina wê. Rojda ji Kobanî ji gundê Tefşo bû. Li Helebê tevî malbata xwe li Taxa Şêx Meqsûd dima.

Fermandarekî YPG hate revandin

Fermandarekî YPG û endamê komîteya pêwendiyên derve di YPG de, li Efrînê hate revandin. Kesên hatiye revajdin navê wî "Heval Cemal" e. Fermandariya YPG ragihand ku ew ji bo karekî derketibû derveyî Efrînê, ji roja 14.08.2015 ve wenda bû ye û agahî ji wî tune ne. YPG ragihand ku ew ji aliyê Cebhet El Nusra ve hatiye revandin û eger neyê berdan, wê heyfa wî hildin.

Sîrwan Barzanî plakata spasiyê da Dilşad Seîd (foto)

Fermandar Sîrwan Barzanî plakata spasî û destxweşiyê ji bo her du semfoniyên Pêşmerge û Şengal pêşkêşî hunermendê mezin Dilşad Seîd kir.

Nêçîrvan Barzanî alîkariyeke zêdetir ji YE xwest

Îşev di merasîmekê de Ofîsa Nûneratiya Yekîtiya Ewropa (YE) li Herêma Kurdistanê bi amadebûna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî hat vekirin.

Ji 10.08.2015 bê sedem girtî ye

Azad Ico, roja 10 vê mehê, bi sûcê ku endamê partiyeke siyasî ye ji aliyê asayîşa PYD ve hate girtin û ew xistine zindana Dirbêsiyê. Bavê wî Ebdo Ico dibêje, asayîş di derbarê girtina wî de, her carê tiştekî dibêje. Her wiha diyar dike ku kurê wî di zindana asayîşa Dirêbêsiyê de du roja şemiyê kete greva birçîbûnê. Yek ji sûcê Azad ewe ku ew bê ruxset li dijî rêjîma Sûriyê meşiya ye.

YE îro nûneratiya xwe li Hewlêrê vedike

Yekîtiya Ewropayê (YE) nûneratiya xwe ya tabet li baytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê, vedike.

Karîkaturek li ser rewşenbîrên Kurd

Karîkaturek li ser rewşenbîrên Kurd
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com