Serrûpel 2015 Tebax

Arşîva mehane: Tebax 2015

Her 5 di avê de xeniqîn

Ev demek bû ev malbata Kurd wenda bû, li wan dihate gerandin. Piştre eşkere bû ku di navbera Tirkiyê û Yunanistanê de, di ava Îce de, tevî gemiya ku nêçîrê ku têde bûn, bin av bûne û xeniqîne. Dayîk, bav û her sê zarokan xeniqîn û wenda bûn.

Ew kuştin û organên wî dizîn

Hemîd Sînor, ciwanekî Kurd ji Kefir Cîlê, ji Efrînê, dixwest biçe Ewropa, li Tirkiyê di bûyereke trafîkê de birîndar bû, ew rakirin nexweşxaneyê, li wê derê ew xistin bin kêran, mafya kirîna organên miriv, weke kirîza kezeb, gurçik û organên din, ew perçe kirin, di bin kêran de kuştin û organên wî birin.

Li serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd xistin

Avesta Kurd - Grupeke ku xwe nivîskar dibîne û asaîş û YPG ji xwe re dikin pişt, ku kesekî bi navê Nayîf CIbêro serkêşiya wan dike, êrîşî mala serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo Dilawerê Zengî kirin, li pêşiya keça wî li wî xistin û ew giran birîndar kirin. Berî êrîşê şer li ser hinek Yekîtiya Nivîskaran çêbûbû, di civînekê de Nayîf Cibêro xulîdank di rûyê Dilawerê Zengî de lêxistibû û dijûn û gotinên xerab ji wî re gotibûn, sûkayetî bi wî kiribûn. Piştre jî, kurê wî û kesekî ji YPG êrîşî mala Dilawerê Zengî kirin, li pêşiya keça wî, di mala wî de lêxistin, ew birîndar kirin.

“Li Adiyamanê kampên DAIŞ hene“

Çekdarekî DAIŞ ku li Girê Sipî ji aliyê hêzên YPG ve hatiye girtin, dibêje li bajarê Adiyamanê, yê bakurê Kurdistanê kampeke DAIŞ hebû û ew têde dihatine perwerdekirin.

Serokwezîr bi ciwanan re Selfie girt

Serokwezîr bi ciwanan re Selfie girt

Ji ber DAIŞ reviya li Emerîka bû şahciwan (foto)

Kçeke Sûrî, ji Reqa, bi navê Fabiyola Al Ibrahîm, niha li Emerîka li parêzgeha West Virginia tevî malbata xwe dijî. Temenê wê 22 sal in. Ew bû şahciwana ereban li Emerîka. Piştî ku bavê wê dimire, tevî dayîka xwe vegeriya Sûriyê û çû Reqa. Lê li Reqa piştî ku DAIŞ dest danî Reqa, tevî dayîka xwe dîsa çû Emerîka, ji DAIŞ reviya û çû Emerîka û di hilbijartina şahciwanan de bi şahciwan.

“Kê neeciband bila derkeve derveyî Rojava“

Serkirdeya Tev Demê, Îlham Ehmed di hevpeyvîneke xwe de gotibû, kî xwe li derveyî rêveberiya xweser bibîne, û destelatê qebûl neke, bila ew xwe li derveyî rojavayê Kurdistanê jî bibîne.

Binêrin Dolar çawa tê çêkirin (Vîdyo)

Binêrin Dolar çawa tê çêkirin (Vîdyo)

Elî Qazî rakirin nexweşxaneyê

AVESTA KURD - Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û kurê pêşewa Qazî Mihemed, ku ji bo çareserkirina krîza serokatiya herêma Kurdistanê li Hewlêrê li parlamentoyê ketibû grevê, nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. Niha li Hewlêrê Elî Qazî di bin çavdêriya doktoran de ye.

Wezîrê Ragihandina PYD li Cizîrê

Wezîrê Ragihandina PYD li Cizîrê, navê wî Ferhad Şamî ye, berê peyamnêrê Ronahî bû. Eger ragihandina Kantona CIzîrê di destê wî de be, hesab li cem we. A ji we re mêjiyê destelat û îdarekirinê li rojavayê Kurdistanê. Bifikirin sibe mudurê CNN yan jî BBC dibêje em dixwazin bi mudurê ragihandina we re, yan jî bi wezîrê ragihandina we re rûnin... Wê serokê Kantonê Himêdî Deham, Ferhad Şamî pêşkêş bike... Kurd qeşmeriyan bi xwe dikin. Mêrik bawer kiriye ku "Mudur e" dibêje ev 2 salin wan biryar daye ku Rûdawê rawestînin.
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com