Serrûpel Nûçe “PKK çend deverên Kurdistanê teslîmî Îranê kir“

“PKK çend deverên Kurdistanê teslîmî Îranê kir“

Belav bike
Çavkaniyeka agahdar ji rêveberiya Raperîn ji Basnêwsê re ragehand “ PKK’ê ji berpirsên Artêşa Pasdarên Îranê re gotiye ku ev Gumrika hanê mehane 700 hezar dolar dahata wê heye. Piştî hevdîtin û guftugoyan PKK’ê li hilber wer girtina 8milyon û 500 hezar dolar bo yek salê ev Gumrika li ser Sînorê Rojhilatê Kurdistanê radestî  artêşa pasadaran kir.”

Çavkaniyê zêdetir anî ziman û eşkere kir ku “  Du roj berî niha PKK’ê çiyayê Casusan û deverên Koreş û Beneyserû vala kir. Piştî vekişîna PKK’ê aniha çekdarên Pasdarên Îranê ev deverana hemû kontrol kirine. Ev navçane dikeve Rojhilatê Qendîlê.”

Çavkaniyê diyar kir ku “ Sala borî PKK’ê devera Çekoş,Baneser û Casusan radestî pasdarên Îranê kirin ku aniha Îran xwedî pêheke mezine û dever hemû kontrol kiriye ku ev derena dikeve nav sînorê Îraqê û axa Herêma Kurdistanê ye.”

Çavakanî hewla Îranê ya bi salane ku dixwest çiyayê casusan ji destê Pêşmergan derxîne bi bîranî û got “ PKK’ê ew çiya radest kir ku Îranê bi salan hêriş kire ser pêşmergeyan da ku bikaribe wan ji wî çiyayî derxine û bixe kontrola xwe. Ev çiya pir girînge ji berku çend kilometrek ji bajarokê Qeladizê dure û bi vê rêyê Îran bi asanî dikarê vêderê kontrol bike.”

Gortîşo dikeve devera sînorê di navbera cîhên serekî yê bi cîhbûna PKK’ê û devera Mengurayetî bajarê Xanê yê Rojhilatê Kurdistanê. Ji wê deverê wêtir li aliyê xware bazarek heye ku Qaçaxçî tê da girîn û firoştinê dikin. Bi rêya vê qaçaxçîtiyê bi sedan malên hejar û feqîrê jê sud werdigrin. Rojane 300-400 qaçaxçî tên vê deverê bi hespan barê xwe dikirin û ber Rojhilatê Kurdistanê ve diçin. Piraniya gundiyên ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi qaçaxçitiyê dikarin debara xwe û zarokên xwe bikin.