Serrûpel Nûçe ENKS: Siyaseta şaş ya PYD milet koçber kir

ENKS: Siyaseta şaş ya PYD milet koçber kir

Belav bike

 

Heta niha bi sedhezaran kurdên Rojavayê Kurdistanê ji ber şer û aloziyê neçar mane berê xwe bidin xerîbiyê û di vê rêyê de rastî gellek êş, zehmetî û mirinê hatine.

 

Partiyên Rojavayê Kurdistanê bi taybet partiyên endamên ENKSê dibêjin, yek ji sedemên koçberiya welatiyan, siyaseta PYDê ya li Rojavayê Kurdistanê lê PYD jî vê yekê red dike.

 

Şêwirmendê PYDê Sîhanok Dîbo ji medyaya PYDê re li ser vê mijarê axivî û diyar kir ku piraniya welatiyên Rojava naxwazin welatê xwe biterikînin lê partiyên ENKSê wan ditirsînin û wan neçar dikin bibin koçber û penaber.

 

Sîhanok Dîbo anî ziman ku ENKS, gel ji PYDê û rêveberiya xweser ditirsîne û li dijî serkeftinên YPGê “daxuyaniyên vala” dide, ev jî dibe sedema wê ku xortên Rojava berê xwe bidin Ewropayê.

 

Wî rayedarê PYDê got ku piraniya partiyên ENKSê digotin Kobanî dê bikeve destê DAIŞê û bi vê yekê gel tirsandin û berê gel dan koçberiyê.

 

ENKS dibêje, PYD li Rojavayê Kurdistanê di bin navê “leşkeriya neçar” de xortan digire û dibe leşkeriyê, ev jî dibe sedema wê ku xort û ciwan ji Rojava derkevin.   Rûdaw