Berpirsê Giştî yê Lijneya Cîbicîkar ê Rêxistina Rizgarîxwaz ê Filistînê Saib Ureykat di hevpeyvînekê de ligel malpera KaşfNews behsa hevdîtina xwe ya ligel Desteya Hemahengî ya Mûxalîfên Suriyê û herwiha Hevserokê Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kir.
Ureykad daxuyand ku Salih Mûslim di hevdîtinê de diyar kiriye ku ew ji hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên ji bo dewletek Kurdî yê serbixwe ne razî ne û got: ”Mûslim dewleta serbixwe ya Kurd weke xencerek jehrî li ser pişta welatên Erebî, pênase kir.”
Ureykat diyar kir ku Mûslim gotiye ev hewlên Barzanî rê ji bo gelên din jî vedike ku ji welatên Ereb cûda bibin.
Berpirsê Giştî yê Lijneya Cîbicîkar ê Rêxistina Rizgarîxwaz ê Filistînê Saib Ureykat di hevpeyvîna xwe de PYD weke baskê PKK’ê yê Suriyê dide nasîn û herwiha amaje bi wê yekê dike ku, ji aliyekê ve PYD ji bo bakûrê Suriyê daxwaza hukmêzatî dike, hêza leşkerî ava kiriye, rêveberiyek û meclîsek cûda danîye, dadgeh û yasayan pêk tîne lê ji aliyekê ve jî li dijî hewlên Barzanî yên serxwebûnê ye.
Di hevpeyvînê de Uraykat diyar kiriye ku pêwendiyên nehînê yên Kurdan ligel Îsraîlê hene û ev yek jî weke metirsî binav kirye. Bas