Serrûpel Nûçe Nêçîrvan Barzanî çi ji Bavê Alan re gotibû?

Nêçîrvan Barzanî çi ji Bavê Alan re gotibû?

Belav bike

Bavê Alan, Ebdullah Kurdî di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re wiha axivî: “Ez spasiya keçeke kurd dikim ku ew bi xwe kurda Bakurê Kurdistanê bû, ku piştî çûna hevjîn û zarokên min, ew hat cem min û pişta min girt, ji destpêkê heta ku min cenaze wergirtin û heya veşartina wan jî, ew her bi min re ma, ez nizanim ew kî ye, lê xwedê bi wê re be û destê wê xweş be, ew kurd bû û wê gelekî alîkariya me kir.”

Ebdullah Kurdî wiha domand: Herwiha ez spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dikim, ku ew bi telefonê bi min re axivî û ji min re got: “Tu birayê min î, ev jî li cem min peyveke mezin e, tu birayê min î û deriyê Hewlêrê ji te re vekirî ye, tu yek ji me ye û tu çi alîkariyê bixwazî ez amade me, xwedê wî biwefiqîne.”

Bavê Alan wiga got: “Ez spasiya rêveberiya Kobanî dikim, bê kêmanî kar kirin, bi me re hatin veşartina cenazeyan û gotin hûn çi bixwazin emê alîkariya we bikin. Ez spasiya hikûmeta Tirkiye dikim, wan jî alîkariya min kir, nehiştin ez lîreyeke Tirkî bidim, ji dema wergirtina cenazeyan heta veşartinê, bi xwedê heya niha jî telefona min dikin, dixwazin nasnameya Tirkiye bidin min, xwedê xêra wan qebûl bike, lê ez niha ne bi tenê nasnameyê, piştî çûna zarokên min, eger tevahiya dinyayê bidin min, ez naxwazim.”

Ebdullah Kurdî wiha axivî: “Medyayên Kurdî ji serê sibehê heya êvarê ve, diçûn û dihatin cem min, destê wan xweş be, behsa êş û zehmetiyan bi giştî dikirin. Ji min re gotin û min bihîst ku ew qaçaxşiyên me hatine girtin, ew jî 2 kesên sûrî ne, ez vê hêviyê dikim ku ez bi xwe dadwer û hakim bim û wî kesê tirk, ê ku em di nava avê de hiştin û reviya, ku her tişt di destê wî debû, wî hikim bikim ku careke din bazirganiyê bi xelkê û zarokan neke. Qaçaxçiyên sûrî nesucdar in, ew jî qurbaniyên vê rewşê ne. Dixwazin ji xwe re karekî bikin.”

Roja Çarşemê termê zarokekî xeniqî li ser kenarê Bodrum hat dîtin. Wêneyê wî zarokî bilez li ser torên civakî hat belavkirin û hemû cîhan hejand.

Piştî belavûna wêneyê Alan, ku ligel birayê xwe û dayîka xwe xeniqîn, eşker bû ku ew xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne û tenê bavê wan rizgar bû. Roja Înê Alan li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat veşartin. Rûdaw