Amnesty di rapora xwe de ragihand: “Li gorî zanyariyên me yên piştrastkirî, desthilata kurdî li wir bi belgeyên pir lawaz xelkê digirin, ew jî ji ber ku dijbereya PYDê dikin. Nabe PYDê ya ku rêveberiyê dike, ji ber şerê xwe li dijî terorê, mafê mirovan binpê bike.”
Li gorî Amnesty, “Hin girtî ev nêzîkî salekê ye ku di zindanên Rojavayê Kurdistanê de ne ku hêj ti nizanin tihmeta wan çi ye, herwiha yên ku tên dadgehkirin dibêjin, ew bi awayekî nerewa tên dadgehkirin. Mafê girtiyan tine ye ku xwe biparêzin yan barêzerekî bigirin.”