Serrûpel Nûçe Qedexeya derketina kolanan li Cizîrê rabû

Qedexeya derketina kolanan li Cizîrê rabû

Belav bike

Ji roja 4’ê Îlonê ve li navçeya Cizîrê derketina derve qedexeye. Hatin û çûna nevçeyê jî hatibû ragirtin û hêzên ewlekariya Tirkiyê dorpêça leşkerî danîbûne ser bajêr.

Eve heftêyeke li Cizîrê xetên telefon û înternetê kar nakin. Hêzên ewlekariya Tirkiyê di navçeyê de operasyonan dikin. Tê gotin ku bi dehan xelkê sivîl hatine kuştin.

Berpirsên delwta Tirk dibêjin li navçeyê li dijî PKK’ê şer dikin. Lê berpirsên HDP’ê jî dibêjin li navçeyê gerîla nînin û xelk tê kuştin.

Komîsyona Mafê Mirovan a Konseya Ewropayê jî daxwaz kiribû ku şandek serbixwe here navçeyê. bas