Serrûpel Nûçe “Kirin nekirin Barzanî ji PKK re negot terorîst”

“Kirin nekirin Barzanî ji PKK re negot terorîst”

Belav bike

Îro şanda PDKê ya ku duh li Enqerê tevlî kongreya AKPê bibû, serdana navenda giştî ya HDPê kir û ji aliyê berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen û komek rayedarên din ên wê partiyê ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de ku bi zindî ji aliyê Rûdaw TV ve hat pexşkirin, Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî behsa şerê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û got, divê şer were sekinandin û arîşe û pirsgirêk bi siyaseta û diyalogê bên çareserkirin.

Mîranî her wiha got, me bi rayedarên AKPê re jî hevdîtin kir û me heman tişt ji wan re jî gotin.

Fazil Mîranî ji HDPê xwest, xebata xwe ya siyasî ji şer dûr bigirin û got, bila xebata siyasî û şer ji hev cuda bin. Şer şêwazeke xebatê ye lê ya herî baş siyaset e.

Mîranî wiha domand, rast e di navbera me û hevalên PKKê de nêrînên cuda hene lê armanca me hemû kurdan yek e. Serok Barzanî, ruxmî guvaşeke mezin dîsa negot PKK terorîst e. Li gorî me, ew ne terorîst in û ji bo armanca xwe xebat dikin.

Wî rayedarê PDKê li ser gazind û rexneyên PYDê jî got, PYD dibêje PDKê alîkariya me nekiriye. Ez dema li eniya şer bûm min top da wan, fîşe û çek da wan. Min gellek alîkarî da wan lê me eşkere nekir.

Parlamenterê HDPê Dogan Erbaş jî axivî û got, em jî wek HDP ti carî şer naxwazin û em her roj banga agirbest û aştiyê dikin û ji bo vê yekê jî çi ji destê me tê, em dikin.

Erbaş şerê niha yê li Bakurê Kurdistanê avêt stûyê Erdogan û got, piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, Erdogan û AKPê ev şer dan destpêkirin ji ber ku encam ne li gorî dilê wan bû.

Nûnerên YNK, Gorran, Komel, Yekgirtû, PDK û Bizava Îslamî ya Kurdistanê duh li Enqerê tevlî kongreya AKPê bibûn.  Rûdaw