Bavê Alan Kurdî, Ebdullah Kurdî îro 15ê Îlonê li Hewlêrê bû mêvanê taybet ê kanala televizyona Rûdawê û derbarê bûyera xeniqîna malbata xwe de agahî dan.
Ebdullah Kurdî li ser ekrana Rûdawê ragihand, ku li Hewlêrê bi Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kiriye û di vê hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî çend soz dane wî û bo wê yekê jî sipasiya Barzanî kir.
Bavê Alan Kurdî da xuyakirin, ku Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî soz daye wî ku li ser navê Alan Kurdî yê kurê wî, nexweşxane, mizgevt û dibistanekê veke.
Ebdullah Kurdî herwiha got, ku Nêçîrvan Barzanî soz daye ku alîkariya zarokên Kobanî bike.
Kurdî ku hevjîn û zarokên wî li ser axa Kobanî hatin veşartin, di berdewamiya axavtinên xwe de ji Rûdawê re ragihand: “Ez dê her li Kobanî û ligel malbata xwe bimînim.”
Derbarê îdîayên malbateke Iraqî de ku ragihandibûn Bavê Alan bi xwe qaçaxçî ye û ajovanê wê belemê bûye ku zarokên wî tê de xeniqîn, Ebdullah Kurdî wiha bersiv da:
“Eger Ez qaçaxçî bam, min dê çima malbata xwe ber bi mirinê ve bibira.Dema lêpirsîn dihat kirin, çima hinge ew tişt nedigotin.”
Bavê Alan herwiha bo wan kesên ku dixwazin ber bi Ewropayê ve herin jî wiha got:
“Dema ku ez li Tirkiyeyê çûm cenazeyên hevjîna xwe û zarokên xwe bistînim, min di termînalê de malbatek kurd dît. Serxweşî li min kirin. Min ji wan pirsyar kir, hûn dê ber bi kuderê ve biçin, bersiv dan: ‘Em dê ber bi mirinê ve herin’. Mirov bi zanebûn wê rêyê diçin. Min ji wan re got neçin.”
Bavê Alan tekez kir, ku li paytextê Sûriyeyê Şamê mezin bûye û ji ber wê jî zimanê Kurdî nizane.
Roja 2ê Îlonê Alan Kurdî yê 3 salî, birayê wî yê mezin Xalib ê 5 salî û dayika wan Rihan a 28 salî ku ji Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bûn, dema ku dixwastin ji Tirkiyeyê ber bi Yûnanistanê ve herin û derbasî Ewropayê bibin, belema wan nuqî avê bû û di deryaya Spî de xeniqîn.
Piştre cenazeyên wan li qeraxa bajarê Bodrum a Tirkiyeyê hatin dîtin û bi taybet wêne û dîmenên cenazeyê Alan ê 3 salî li qerax avê cîhan hejand û dengvedanek pir mezin li seranserê cîhanê çê kir. Rûdaw