Çend roj berê, berpirsê Pêwendiyên Derve yên PDKê Hêmin Hewramî gotibû, pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê perwerde dîtine, dê derbasî Rojava bibin û di şerê DAIŞê de alîkariya YPGê bikin.
Lê Kordînasiyona Kantonên Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ti plan û biryareke wisa nehatiye dayîn ku Pêşmerge derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û hêzên YPGê dikarin şerê DAIŞê bikin!
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên jî li hember helwesta Kordînasiyona Kantonan nerazîbûn nîşan da û got, em ti hesabekî ji wan daxuyaniyan re nakin.
Roja 15ê vê mehê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi Hevserokê PYDê Salih Mislim re hevdîtin kiribû. Di hevdîtinê de ku alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett Mcgurk jî beşdar bibû, behsa şerê DAIŞê û hevkariya navbera Amerîka, PYD û Başûrê Kurdistanê hatibû kirin.
Fuad Husên amaje bi wê civînê kir û got, eger desthilata Salih Mislim bi ser kantonan de heye wê çaxê nabe daxuyaniyên wisa bên dayîn lê eger Salih Mislim nikare wan kontrol bike, ew jî tiştekî din e.
Husên anî ziman ku ji bo şandina Pêşmerge bo Rojava lêjneyek hevbeş pêk hatiye ku di nav lêjneyê de nûnerê PYDê jî heye û ew lêjne dê biryar bide çiqas hêz derbasî Rojava bibe.
Nûnerê kantonên Rojava li Başûrê Kurdistanê, Fethullah Hisênî jî got, heta hêzên siyasî li hev nekin Pêşmerge nikarin derbasî Rojava bibin… (Rûdaw)