Li gor agahiyên Rûdawê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim piştî ku careke din wek hevserokê wê partiya Rojavayê Kurdistanê hat hilbijartin, derbarê çend mijarên giring û hesas de daxuyanî da.
Li gor aghaiyan, Hevserokê PYDê Salih Muslim di daxuyaniyekê de bo medyayên nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derbarê hevdîtina xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya di hefteya borî de axivî.
Salih Muslim ragihan: “Em wek bira çûn ligel birêz Mesûd Barzanî rûniştin. Her demê em dikarin ligel rûnin û guftûgoyan bikin. Guftûgoyên me yên borî li ser wî bingehî bûn em çawa bikarin pêşî li DAIŞ’ê bigirin û eniyên xwe yên li beramber bihêz bikin. Lewra amerîkî jî di nav wê hevdîtinê de hebûn. Em dikarin her demê ligel hev rûnin.
Musilm amaje bi vexwandina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo beşdarbûn di kongreya PYDê de kir û tekez kir, ku dibe di demek nêzîk de Barzanî serdana Qamîlo bike.
Salih Muslim di vê bareyê de wiha got: Dibe ku sibe, dusibe yan jî di demek kurt de birêz Mesûd Barzanî jî serdana Qamişlo bike. Me ji bo kongreya xwe jî daxwaz jê kir, lê bi xwe nehat û kek Kemal Kerkûkî şand.”
Hevserokê PYDê herwiha behsa êrişên çekdarên rêxistina DAIŞê bo ser gelê kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê kir û da xuyakirin, ku DAIŞê dijminê hemû kurdan e û li dijî hemû gelê kurd şer dike, ji ber wê jî pêwîst dike ku kurd eniya li dijî DAIŞê bihêztir bikin.
Salih Muslim li ser peywendiyên navbera PYDê û partiyên Başûrê Kurdistanê û hevakrî û hevahengiya navbera wan di şerê li dijî DAIŞê de jî axivî û wiha got: “Welatiyên başûrê Kurdistanê gel û kesayetiyên me ne û em hev temam dikin. Em hemû li dijî DAIŞê di eniyekê de cih digirin. DAIŞ ne tenê li dijî me ye, li dijî hemû gelê kurd şer dike. Lewra çend ji destê me were em dê vê eniyê ber bi pêş ve bibin.
Muslim tekez kir, ku ew naxwazin tenê bi partî yan aliyekê re pêwendiyan danin û tenê pişta xwe bi partiyekê girê bidin, lê belê ew yek da xuyakirin ku her kes û aliyek destê alîakrî û peywendiyê ji wan re dirêj bike, ew dê pêşwaziyê lê bikin û qedrê wê yekê bizanin.
Hevserokê PYDê di berdewamiya daxuyaniya xwe de li ser peywendiyên PYDê ligel partî û aliyên siyasî yên din ên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet partiyên nav Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) jî axivt û ragihand, ku hinek alî hene şoreşa Rojavayê Kurdistanê û ew rêveberî û sîstema ku hatiye avakirin, napejirînin û da xuyakirin ku ew nikarin bi kes û aliyên wisa re karê hevbeş bikin.
Salih Msulim di vê bareyê de wiha got: “Li vir rêveberiya demokratîk û sîstemek heye. Li Rojava şoreşek pêş dikeve. Kî vê şoreşê, destkevtî û hevpeymaniyên civakî bipejirîne û bixwazin bên di nava şoreşê de, li ser çavên me, bila bên. Lê hinek hene ku tişta li Rojava heyî weke şoreş nabînin. Berxwedan û destkevtiyên hatine bidestxist, wekî yên gelê kurd temaşe nakin. Hebûna şoreşê jî qebûl nakin. Wê demê em nikarin ligel wan kesan kar bikin. Ji ber ku em şoreşekê dikin û ew dibêjin, ewa hûn dikin ne şoreşe. Gelo em çi bikin û çi navek din lê bikin? Kî bixwaze dikare di nava vê şoreşê de cih bigire.”