Serrûpel Nûçe “7.6 milyar Dolar li penaberan hatiye xerckirin“

“7.6 milyar Dolar li penaberan hatiye xerckirin“

Belav bike

Kurtulmuş berî civîna kordinasyonê ya Sûriyê ya ku li Avahiya Navendê ya Serokwezîriyê hat lidarxistin axivî û destnîşan kir ku armanca civînê ew e ku wek Tirkiyê gavên ku hewce dikin bên mizakerekirin.

Kurtulmuş diyar kir ku Tirkiye ji nîsana 2011an vir da penaberên ji Sûriyeyê qebûl dike, ji xeynî barê însanî, madî û siyasî barê civakî jî pişt dike, bi vê va jî wezîfeya xwe ya cîrantî, eqrebetî û merivatiyê tîne cî.

Kurtulmuş eşkere kir ku niha li Tirkiyê di konbajaran da 258 hezar û 977 kes dimînin, nêzîkî 2 milyonî penaberên ji Sûriyê jî li Stenbol, Enqere, Îzmir û bajarên din bicî bûne. Kurtulmuş destnîşan kir ku nika bi tevahî 2 milyon û 225 hezar û 147 penaberên ji Sûriyeyê li Tirkiyê ne, ji serî hetanî îro ji bo penaberan 7.6 milyar dolar pere hat xerckirin, ji vî pereyî bi tenê 418 milyon dolar pere ji saziyên alîkariyê yên navneteweyî, dostên dewlemend û welatên hevpeyman hat. AA