Serrûpel Nûçe Koordînatorê TCK li Efrînê hate revandin

Koordînatorê TCK li Efrînê hate revandin

Belav bike


 

Kordînatorê Giştî yê Tevgera Ciwanên Kurd Hemza Ismaîl di daxuyaniyekê de eşkere kir ku kordînatorê tevgera wan li Efrînê ji roja 22ê Îlonê ve li ser destê 4 kesên çekdar hatiye revandin.

 

Li gorî daxuyaniyê, Ferhad Enwer Mistefa sala 1989an li Efrînê ji dayik bûye û xwendekarê zanîngeha Helebê, beşê zimanê îngilîzî ye.

 

Her li gorî daxuyaniyê, birayê Ferhad serdana Navenda Asayişa Efrînê kiriye û Asayişê red kiriye ku Ferhad li cem wan girtî be.

 

Kordînatorê Giştî yê Tevgera Ciwanên Kurd bang li wan aliyan dike ku xwe di ber parastina asayiş û selametiya hemwelatiyan de berpirs dibînin û ji wan dixwaze ku çarenivîsa Ferhad diyar bikin û hewla rizgarkirina wî bidin. Rûdaw