(D.I) 21 salî ye û ji Şingalê ye. Piştî êrişa DAIŞê ya par li ser bajarê wê, ew wek talan ket destê wan çekdaran û qedera wê ew bû ku biçe mala Bexdadî û çend rojan li wir bimîne.
(D) nêzîkî 20 rojan li mala Xelîfeyê DAIŞê dimîne û niha çavê hemû cîhanê li ser wê ye. Piştî rizgarbûna wê û vegera xwe bo Kurdistanê çîroka xwe ji Rûdawê re dibêje. Derbarê kesayetiya Bexdadî, wê wiha got: “Kesekî hêmin û li ser hemdê xwe bû.. Xwarin û jiyana wî pir cuda bû. Carna pirtûk dixwendin. Min gelek caran dît ku bi zimanê îngilîzî diaxivî.”
Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha 13 keçên kurd ên êzîdî çûne mala Bexdadî.
(D) çîroka girtina xwe û malbata xwe ji destpêkê ve dibêje, ku çawa piştî dagîrkirina Şingalê bi 5 rojan xwe di nava xaniyekî de vedişêrin, lê piştre tên dîtin û eşkere dibe ku êzîdî ne, wan digirin û dibin bajarokê Tileferê yê rojavayê Mûsilê. Li wir çend rojan ligel bi sedan malbatên din ên êzîdî di dibistanekê de tên girtin.
Wê keça ku yek ji hezaran qurbaniyê destê çekdarên DAIŞê ye, bi 2 çavên şîn û poreke zer, ku wê keçê ji keçên din ên wê deverê cuda dike, behsa dûrkirina xwe û xuşka xwe ji malbata xwe kir û wiha got:
“Roja 14ê Tebaxê, çend çekdarên DAIŞê hatin nava dibistanê li Tileferê û nêzîkî 60 keç veqetandin û em bi 3 otopasan birin Sûriyê. Li wir em birin holeke mezin.
(D) çîroka xwe dibêje û carna serê xwe bilind dike û bi tirs çavê xwe digerîne û behsa dema dîtina Bexdadî dike. “Rojekê danê êvarê ji me re gotin, dê xelîfe were, wê demê me nizanîbû xelîfe kî ye û Ebû Bekir kî ye. Me dît zilamekî rih dirêj derbas bû û hinekî çavê xwe gerand, dema çû derve, di cih de, çekdarên wan ez û 2 keçên din birin.”
Ebû Bekir Bexdadî, Xelîfeyê Dewleta Îslamî (DAIŞê) ye, ji dema ku çekdarên wî di Hezîrana borî de bajarê Mûsilê girtine û heta niha, tenê carekê di vîdeoyekê de derketiye, ku tê de li Mûsilê xitbeya înê dida.
Wê keça êzîdî ku dibêje, ez 20 rojan di mala Bexdadî de jiyame, derbar mala wî de wiha got: “Ez û herdu keçên din birin û piştî 20 deqeyan em gihîştin gundekî li derdora bajarê Reqayê. Maleke xweş û rêkûpêk bû, lê ala DAIŞê û cihê pasevanan li derdora wî nebûn. Ew mala Bexdadî bû. Wê demê me tenê dizanî ku mala berpirsekî mezin ê DAIŞê ye, ji ber ku min ti carî wêneyê wî nedîtibû. Wî ji me re got, hûnê xizmeta vî cihî bikin.”
(D) wiha domand: “Mala wî pir qerebalix nedibû, nizanim çima, lê bi giştî çûn û hatina wê malê kêm bû. Xwarin ji derve dihat, xwarinekî pir xweş û paqij bû. Bexdadî zêdetir bi roj li mal bû, dema şev dihat diçû û gelek caran nîvê şevê vedigeriya.”
Wê keça kurd behsa siruşta Bexdadî kir û ragihand: “Ew kesekî hêmin û li ser hemdê xwe bû, min ti carî nedît ku dengê xwe bilind bike. Odeyekî wî taybet hebû, kompiyuter û internêt tê de hebû, min zanîbû ku her tişt tê de heye. Lê ji me re gotin, nabe ti kes biçe wê odeyê.”
Derbarê wan mêvanên ku dihatin wê malê, (D) wiha got: “Dema ez li wir bûm, çend caran min dît, çekdarên DAIŞê yên amerîkî û brîtanî dihatin wir û ligel Bexdadî diciviyan û piştre diçûn.”
Wê keçê behsa yekem hewla xwerizgarkirina xwe kir û wiha got: “Pîrek li wê malê hebû, karê malê dikir, herwiha jinekî ereb û 2 zarokên xwe ku temenê wan 10 heta 14 salî bû, ew jî li wir bûn û digotin ew jina Bexdadî ye. Rojekê min ji pîrê re got, ti dikarî min rizgar bikî? Wê ji min re got, ez ditirsim min bikujin. Ji min re got were em bi hevre biçin, dema em ketin rê, çekdarên DAIŞê li xaleke kontrolê em girtin, di cih de em birin zindanekê, ku 2 keçên biyanî jî tê de bûn, yek brîtanî bû û ya din amerîkî bû, wê demê min nizanîbû ew rojnamevan in.”
Dema Ebû Bekir wê yekê dizane, daxwaz dike ku careke din wê keçê vegerînin mala wî. Wê wiha domand: “Min careke din birin mala Bexdadî, lê vê carê çavê wan gelekî li ser min bû, min xistin odeyeke taybet û nedihiştin ez bi kêfa xwe biçim derve.”
(D) behsa duyem hewla xwerizgarkirinê dike û wiha dibêje: “Rojekê danê êvarê, Bexdadî û pasevanên wî bilez ji malê derketin, min hest kir ku kes li malê nemaye. Dema dinya reş bû, ez bi rêya pencereyekê ji malê derketim derve û bi meşê çûm gundekî nêzîk û min xwe avêt malekê, wê malê jî ez wek xizmetkar bikar tanîm.”
Ew keça kurd a êzîdî meha 11ê ya par, piştî ku zana bû, bi xwe pêwendiyê bi mervên xwe re kir û xwe rizgar kir.
(D) wiha domand: “Ew mala ku min xwe li wan girtibû, gelekî ji min piştrast bûn, ez diçûm derve û min tiştên wan dikirîn, heta rojekê ez ligel mervê xwe axivîm û piştre bi rêya alîkariya darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê min xwe gihand Tirkiyê û ji wir derbasî Başûrê Kurdistanê bûm.”
Pitşî ku ew keç gihîşt Kurdistanê, nû naskir ku ew zilamê li mala wî bûm wisa girîng e. Lewma wiha got: “Dema min wêne û vîdeoya wî dît, nû ez tirsiyam, niha li vir jî ez gelekî ditirsim, lewma ezê îro (Duşemê) bi rêya rêxistineke navdewltî biçim welatyekî Ewropayê û naxwazim êdî vegerim.”
Piştî çend mehan xuşka (D) jî xwe xelas kiriye,lê hêj çarenivîsa bav û dayîk û 2 xuşk û 3 birayên wê nediyar e. (Rûdaw- Nasir El)