Serrûpel Nûçe Daxuyaniya KNK li ser bûyerên dawiyê li Tirkiyê

Daxuyaniya KNK li ser bûyerên dawiyê li Tirkiyê

Belav bike

 

Li Kurdistanê, Dewleta Tirk an jî bi navekî din Dewleta Receb T.E. pêl hemû pîvanên mirovatiyê kiriye, bi hovîtî êrîşî hemû rûmetên Însaniyêtê dike.

Piştî buyerên li Gewer, Şemzînan, Gimgim, Bismil, Navenda Amedê (Sûr) û Cizîra Bohtan, niha jî, bi tank, top û giş çekên giranên leşkerî  êrîşî ser ŞIRNEXÊ, FARQÎNÊ û NISÊBÎNÊ dike. Wisa diyar dibe û dixwaze hemû Kurdistan bêxe ber armanca siyaseta xwe ya QIRKIRINÊ û gav bi gav dajo ser bajar û bajarok û gundên Kurdistanê.

Li Farqîn û Nisêbînê, ev pênc (5) rojin qedexeya ketin û derketina nava bajêr dom dike û di pêkanîna hemû cûre reftarên hovane de ti zagon û rêsayan nasnake. Zulm û zorî yê li gelê me dike, li ber çavê  cihan û raya giştî, lûleya çekan dixe serê rojnamevanan, da ku agahî û dîmenên reftar û kiryarên wan yên qirêj negihên raya giştî re.

Li Şernexê jî, rûyê xwe yê faşîstane careke din diyar kir, dema welatparêzekî bi navê Hacî Lokqman Birlik, piştî birîndar dikin, bi îşkencê şehîd dikin û laşê wî bi makina leşkerî ve girê didin û li pey wê li ser erdê  kaş dikin! Ewqas har bûn e! Ewqas ji mirovahîyê dûr ketine!

Helbet gelê me ne ji van kiryarên Dewleta Tirk ne xerîbe, berî nuha jî li gelek deverên Kurdistanê heman kiryariyên weha yên ne mirovî pêkanî ye. Bûyera Ekin Wan (Kevser Elturk) ya li Muşê kirin, çend wahşî û bê exleqîyane bû! di mejî û hizra me hemûyan da hîn zindî ye û nehatiye jibîr kirin.

Li Farqînê duh (05.10.2015) avahîya KURDİ-DERê bi destê polîsan ve hate şewitandin, ev ne boyerek normale! Ev dijminatîya nirx û biha yên gelê Kurd e! Ev dijminatîya dîrokî ya li hember Çand û Zimanê Kurdî ye! Ev kiryarên han  nabe bêne ji bîrkirin, nayên ji bîrkirin.

Erê gelo çi ferq û cudayî di navbera kiryarên DAIŞ ê û Dewleta AKPê de heye? Cudahî ya wan bi tenê ewe, yek dewleta resmî ye, ya din ne resmî, lewma mirov bi hêsanî dikarê bêje: AKP e bi kiryarên xwe, DAIŞ a fermî ye!

Ji bo rawestandin û rê li ber girtina vê siyaseta faşist ya Dewleta Tirk, em bang li wijdana mirovatîyê, hemû dewletên cîhanê dikin, herwiha bang li hemû sazî û dezgehên navnetewayî, di serî de NY dikin. Divê bi erk û peywirên xwe yên zagonî ya navnetewayî rabin û bi lezgînî bibin asteng li pêşiya faşîzma Dewleta AKP ê.

Herwiha berî herkesî em gelê Kurd û gelên Kurdistanê, ku îro salvegera yek ji nîşane û sembûla berxwedana Kobanê, nîşana leheng û xweragiriya jinê giyan rehwa Arîn BÎRKAN e, divê em bi giyan û kesatî ya van lehengan rabin ser piya û li dijî zîhniyet û faşizma DAIŞ ê û Dewleta AKP ê, destê xwe bidin hev û vê tekoşîna mirovahiyê, vê tekoşîna ji bo jiyana azad bidin meşandin!

Em wek KNK, bi hemû hêz û şiyana xwe,  piştgriyê didin berxwedana gelê Kurd û Kurdistanê ya ji bo Xweseriya Demokratîk, bi taybetî jî em bi her cûreyî desteka xwe didin gelê xwe yê Farqîn, Nisêbîn û Şernexê û seranserê Kurdistanê!

Em li wê baweryê dene, ku zihniyet û siyaseta Dewleta AKP ê û DAIŞ ê li hemberî tekoşîn û îradeya  gelê me wê bişkê û hilbiweşê û  berxwedana gelê kurd û Kurdistanê dê biserkeve.

 

 

Konseya Rêvebir ya KNK ê

06. 10. 2015,  Bruksel