Zanayekî Bakurê Kurdistanê yê bi navê Azîz Sancar, ku li zanîngeheke Amerîkî de kar dike, xelata Nobolê ya kîmyayê wergirt.
Komîteya Xelata Nobelê ragihand, xelata Nobelê ya kîmyayê ya îsal bû para 3 pisporên kîmyayê.
Li gorî komîteyê, yek ji pisporên ku xelata Nobelê ya kîmyayê wergirtiye, Prof. Dr. Azîz Sancar e ku li navçeya Swirê ya bajarê Mêrdînê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye lê niha li Amerîkayê dijî.
Şirîkên Prof. Dr. Azîz Sancar jî, yek hevalê wî ye û li zanîngeha Karolînaya Bakur a Amerîkayê bi wî re kar dike û navê wî jî Paul Modrîch e. Yê din jî navê wî Thomas Lîndahl e ku xelkê Brîtanyayê ye.
Azîz Sancar kî ye?
Sala 1946ê li navçeya Sawirê ya Mêrdînê ji dayîk bûye. Piştî ku li zanîngeha Stenbolê pijîşkiyê xilas dike diçe Amerîkayê û li wir ji aliyê Akademiya Millî ya Zanistan ve tê wergirtin.
Sancar sala 2005ê bû endamê Akademiya Millî ya Zanistan a Amerîkayê û sala 2006ê jî bû endamê Akademiya Zanistan a Tirkiyê.
Wî zanayê Kurdistanî ji ber xebat û lêkolînên xwe yên li ser DNAyê xelata Nobelê wergirtiye.
Sancar û şirîkên xwe dê roja 10ê Kanûna îsal, ku roja mirina damezirênerê Nobelê Alfred Nobel e, xelata xwe bistînin. Nirxa xelata Nobelê, yek mîlyon euro ye.
Xelata Nobelê ya edebiyatê dê sibê, ya aştiyê dê dusibe û ya aboriyê jî dê sêsibe bên eşkerekirin. Rûdaw