Sefîn Dizeyî ji ajansa Anadol (AA) re ragehand: “Serokê Herêma Kurdistanê berî demekê daxuyaniyek da ku ev pirsgirêk ne jibo mana wî ye li ser kursiyê, wî daxwaz kir heger elterinatîv heye bera kandîdan destnîşan bikin, neheqî beramberî Barzanî tê kirin, Barzanî ji temenê 14-15 salî de çûye çiyê û bûye Pêşmerge, ew xwe wek Pêşmerge dibîne ne wek Serok, lewma heger ew bimîne serok yan na wê li Koşka Sipî, Cankaya û Elîzê ferşê sorb o wî were raxistin. Berî sala 2005 dema çû Awropa ew ne serokê herêmê bû, serokê PDKê bû, kesayetî, hêz û ezmûna wî ne bi kursiyê ve girêdayî ye, kursiyê qedir nedaye Barzanî, lêbelê Barzanî qedir ji kursiyê re çêkiriye.”
Herwiha navborî got: “Dema ku Barzanî razî bû wê berpisiyaretê li xwe bigre, amanca wî ew bû ku yekparçeya herêm biparêze, du îdareyan nehêle û di riya yek hikûmetê re xizmeta welatê xwe bike, Barzanî xwestiye êdî ti kurdek kurdekî din nekuje, dixwaze ceng di nav bira de çênebe, ev ewlewiyatên Barzanî ne, lê mixabin niha Barzanî gelekî dil xemgîne ji vê rewşê.” Bas