Serrûpel Nûçe YPG ji bo Salih Mislim: Tevlî karê me nebe!

YPG ji bo Salih Mislim: Tevlî karê me nebe!

Belav bike

Berdevkê fermî yê yekîneyên parastina gel yepegê, Rêdûr Xelîl, li ser hesabê xwe yê feysbûkê bersiva daxuyaniyên Salih Mislim da û got, ew tiştên ku Mislim dibêje, nerîna wî û ya partiya wî ye û destêwerdane di karûbarê serbazî de.
 
Ev daxuyaniya Rêdûr Xelîl piştî wê yekê hat ku, Salih Mislim gotibû emerîka 50 ton çek daye YPGê û hevpeymanên wê, û herwiha gotibû ku YPG êrîşî Cerablûsê nake.
 
Rêdûr Xelîl dibêje, Salih Mislim tenê hevserokê partiyeke siyasî ye û nikare li ser plan û bernameyên YPG daxuyaniyan bide. Her tiştê ku bêje jî, nerîna wî ya taybet û nerîna partiya wî ye.
 
Berdevkê fermî yê YPGê ragihandiye ku emerîka dizane çima û ji bo çî çekan dide kîjan hêzê.  Rûdaw