Serrûpel Nûçe Behsa serdana serokwezîr ji bo Îranê dike

Behsa serdana serokwezîr ji bo Îranê dike

Belav bike

– Birêz Nêçîrvan Barzanî ji aliyê Îranê ve nahatiye vexwandin, lê ew ji aliyê rêvebirên kinferensa cihanî ya ewlekeriyê ya Munchn ê ve weke kes bi fermî hatiye vexwandin.

Li dor dîdar û civînên Nêçîrvan Barzanî digel wezîrê derve yê Almaniyayê, Îranê û berpirsên din yên Komara Îslamiya Îranê,  Ergoşî dibêje:

– Konferensa ewlekariyê ya Munchn li Tehranê hat saz kirin û birêz serokwezîrê herêma Kurdistanê yek ji mezintirîn kesatiyên dawetkiriyên konferensê bû, ji ber hindê tiştek normale di çarçoveya konferensê de dîdar û civînan digel beşdarên din yên konferensê û berpirsên wî welatî de saz bike.

Ergoşî dibêje ku bi tenê Sefîn Dizeyî bi serokwezîr re çûye Tehranê û li wir jî Nazim Debax nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Îranê digel serokwezîr beşdarî di civîn û dîdaran de kiriye.

Li gor sekreterê rojnamevaniyê serokwezîrê Kurdistanê, Roj Nurî Şaweys endamê poîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê, ew jî weke ksatiyek ji bo wê konferensê hatiye vexwandin.