Peyamnêrê Rûdawê li Washington ji Berdevkê Fermî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby pirsî: ”Gelo Amerîka hêj Barzanî wek serokê rewa yê Herêma Kurdistanê dibîne, yan helwesta wê wek ya hin aliyên siyasî yên Kurdistanê ye ku dibêjin, dema serokatiya wî bi dawî hatiye?”
John Kirby bersivekê dide, ku tê de alîgiriya Barzanî dike û hevalên wî dilxweş dike û dibêje: “Di dema ku ev gotûbêj hêj di nava wan de berdewam in, Barzanî hêj bi rola serok radibe. Em jî dibînin ku ew hêj serok e, di dema ku ev yek berdewam e.”
Ev helwesta Amerîka dijber e ligel nêrîna Tevgera Gorranê û hejmarek mezin ji endam û alîgirên partiyên din ê Kurdistanê li ser pirsa kursiyê serokatiyê, ku dibêjin li gorî qanûnê, gerek Serokê Parlamentoyê Yûsif Mihemed bi awayekî demkî wî kursî werbigire, lê niha Yûsif Mihemed jî nema kare biçe ser karê xwe.
Amerîka dibêje, em destê xwe naxin nava karên Herêma Kurdistanê.
Kirby wiha got: “Bêguman, em bo hinek gotûbêjên destpêkê derbarê wê pirsê hatin vexwendin û em çûn tê de beşdar bûn. Em spasiya wan dikin li ser wan vexwendinan. Lê di dawiyê de ew yek komek biryar in û dema siyasetvanên Kurdistanê biryarê li ser bidin, emê jî rêzê lê bigirin.”
Duhî Amerîka rewatiya Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê bihêztir kir, dema generalê xwe yê herî bilind, Serokê Desteya Erkana Hêzên Hevbeş ên Amerîkayê General Joseph Dunford şand Kurdistanê û ligel Barzanî civiya, ku beriya Bexdayê serdana Hewlêrê kir.