Serrûpel Nûçe Istîxbarata Kurdistanê daxuyaniyek da

Istîxbarata Kurdistanê daxuyaniyek da

Belav bike

 

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê azadkirina 69 dîlan ji zindanekê nêzîkî bajarokê Hewîca belav kir, tê de hatiye ku destê sibeha 22 Cotmehê operasyonek ji aliyê Hêza  li djî têrorê a Asayişa Herêma Kurdistanê bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdeletî encam dan, 69 dîl hatin rizgar kirin lê kes ji wan kur tinebû.

Daxuyaniya Encûmena AsayişaHerêma Kurdistanê ku kopiyek jê bo BasNews hatiye şandin amaje bi wê yêkê kiriye ku, seet 2 şeva borî bi alîkariya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, Hêza li dijî Têrorê a Asyişa Herêma Kurdistanê xwe gihandin zinadanek çekdarên DAIŞê û 69 dîl rizgar kirin, ew zindan bi tenê 7 km dûrî bajarokê Hewîca ye, lê ti kesekî kurd di nav wan dîlan de tinebû.”

Herwiha di daxuyanê de hatiye: “Di vê operasyonê de bêhtir ji 20 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 6 çekdar jî bi dîlî hatine girtin, operasyon 4 sibehê bidawî bû.”

Ji aliyekî din ve di daxuyaniyê de hatiye ku, 4 Pêşmergeyên li djî têrorê di vê operasyonê de birîndar bûn, û serbazekî hevpeymanê jî ku erkê piştevaniya pêşmerge li ser mile wî bû jiyana xwe ji dest da.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê sersaxî ji Hikûmet û Gelê Amerîka re xwest û xemgînaiya xwe anî ziman, hewiha destxweşî li hêza li dijî têrorê kir û hêviya çareseriyek bi lez ji birîndaran re xwest.