Omer Hemdî (Malva) wefat kir
Resamê Kurdê rojavayê Kurdistanê Omer Hemdî ku di cîhana hunerê de bi navê Malva dihate naskirin, di 64 saliya xwe de ji ber nexweşiya pençeşêrê li Nemsa wefat kir. Ew di hunera realîst de gelekî jêhatî bû. Ew di sala 1951 de li gundê Til Nayîf li Hesekê ji dayîk bûye.
Nêçîrvan Barzanî peyamek belav kir (Vîdyo)
Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê rewşa siyasiya Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek giring belav kir û tê de ragihand, xwepêşandan mafê bingehîn ên xelkê Kurdistanê ye, lê siyaseta hinek kes û aliyên neberpirs û hinek reftar gel dabeş dikin û dilê dijminên gelê Kurd kêfxweş dikin.
Serokê PSK piştî 35 salan vedigere welat
Serokê PSK Mesûd Tek, piştî 40 salan ji bo ku partiya xwe Partiya Sosyalîsa Kurdistanê (PSK) bike partiyeke legal û li Kurdistanê û Tirkiyê xebata siyasî ya legal bike vedigere welat. PSK di sala 1974 de hatiye damezirandin û berê partiya kurdî ya herî xurt bû li bakurê Kurdistanê, berî Tek, Kemal Burkay serokê PSK bû (heta sala 2003). Mesûd Tek îro ji Almanya derdikeve û diçe Diyarbekirê.
YPG ji bo Salih Mislim: Tevlî karê me nebe!
Berdevkê fermî yê yepegê, bersiva hevserokê PYD Salih Mislim da û daxuyaniyên wî, weke destêwerdana di karûbarê serbazî yê YPGê de wesif kir.
“Barzanî ne serok be jî wê xaliya sor jêre raxînin”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragehand: Neheqî beramber Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê kirin, heger ew ne serok be jî dê li hemû cîhanê feşê sor bo wî were raxistin, Barzanî gelekî xemgîne ji bûyerên vê dawiyê yên Kurdistanê.
“Em destê dostaniyê dirêjî Tirkiyê dikin”
Hevserokê PYD Salih Mislim got niha di programa wan de tune ye ku ew êrîşî Cerablusê bikin.
Li ser rizgarkirina parêzgeha Reqa jî ku di destê DAIŞ de ye, Mislim diyar kir ku alîkariya ji Emerîka hatiye, wê ji bo rizgarkirina Reqa be û Reqa jî piştî rizgarkirinê wê bi rojava ve neyê girêdan.
Di derbarê êrîşên Rusya de, Salih Mislim eşkere kir ku Rusya rêjîma Sûriyê diparêze û cihên ku rêjîm lê tune be Rûsya jî li wan deran tune ye.
Hevserokê PKK her wiha got, pêwnendiyên di navbera wan û Rusan de tenê siyasî ne.
Mislim bal kişande ser wê yekê ku ew tu helwestan li dijî Tirkiyê nastînin û ew dixwazin sînorê xwe bi Tirkiyê re bikin sînorê aştî û biratiyê û ew amade ne ji bo pêvajoya aştiyê li bakurê Kurdistanê navbênkariyê jî bikin.
Samî Ergoşî: Nêçîrvan Barzanî diçe Îranê
Sekreterê rojnamevanî yê serokwezîr Samî Ergoşî, ragihand ku Nêçîrvan Barzanî ji bo ku beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya bi navê Miyonêx (Munchen) bibe bi serdaneke fermî diçe Tehranê. Konferans li Tehranê pêk tê.
Ji ku beşar bibe vexwendineke fermî ji serokwezîr re hatiye û ewê roja 17 vê mehê biçe Îranê.
Di konferansê de wezîrê derve yê Almanya û wezîrê derve yê Îranê, gelek lêkolînvan, siyasetmedar beşdarî konferansê dibin.
Samî Ergoşî got, di vê serdanê de tê çaverêkirin ku hevdîtinên cuda di navbera Nêçîrvan Barzanî û rayedarên Îranî de çêbibin.
Sabahadîn Yildiz albumeke nû derxist
Di albuma xwe ya nû de (Şaneşîn) hunermendê Kurd Sabahadîn Yildiz li kêleka kurmancî bi soranî, zazakî, ermenî, tirkî û erbejî distirê.
Kurdek bû serokê Twitter
Kurdekî ji rojhilatê Kurdistanê bi navê Omîd Kurdistanî bû birêvebirê cîbicîkar yê Tiwtter.