Serrûpel 2015 Cotmeh

Arşîva mehane: Cotmeh 2015

Nêçîrvan Barzanî xeta sor li ser navê Yusuf xist

Peyamnêrê Rûdawê Hêvîdar Ehmed eşkere kir ku Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di civîna duh a PDK û YNKê de gotiye, heta serokekî nû ji bo parlamentoyê neyê hilbijartin em naxwazin Yûsif Mihemed derbasî Hewlêrê bibe. Hêvîdar Ehmed her wiha da zanîn ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku ew êdî Yûsif Mihemed, ku endamê Tevgera Gorran e, wek Serokê Parlamentoya Kurdistanê nabînin û divê were guhertin. Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, Nêçîrvan Barzanî, ku di heman demê alîkarê Serokê PDKê ye jî, ji rayedarên PDK û YNKê xwestiye, gilî û gazindên xwe li hember hev bidin sekinandin û rûpelek nû vekin. PDKê aloziyên vê dawiyê yên Başûrê Kurdistanê avêtibû stûyê Gorranê û pişka wê ji nav hikûmetê derxistibû lewma Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî 4 wezîrên Tevgera Gorranê ji kar dûrxistibû.

Amnesty YPG giran sûcdar kir: Sûcdarê Şer

AVESTA KURD - Rêxistina navdewletî ya Efûyê ku mezintirîn rêxistina efûyê ya navdewletî ye li cîhanê raportek li ser YPG belav kir û têde got ku YPG bi sûcê şer rabûye û weke sûcdarekî şer bi nav kir û ew raport li seranserê cîhanê belav kir. Amnesty International di raporta xwe de dinivisîne ku YPG gelek gund vala kirine, xelkê Ereb û Tirkmen bi zorê ji cih wan derxistine û dest daniye ser milk û malê xelkê. YPG ji aliyê xwe ve li ser navê berdevkê xwe Rêdûr Xelîl ew raport red kir û got ew ne bêalî ye. Xelîl got ewê bi berferehî bersiva wê raportê bidin. Amnesty dibêje wan raport li ser bingeha gelek lêkolîn û şahidhal û ji wêneyên ku bi satelîtê hatine girtin amade kirine. Gelek rojname û dezgehên medyayê yên cîhanî weke BBC, CNN û Der Spiegel ew raporta Amnesty belav kirin û nivîsandin û YPG weke sûcdarê şer bi nav kirin.

Li Amûdê Asyişê 4 welatî birîndar kirin

Duh roja 13 Cotmehê danê êvarê bi sedema ku Asayişa Rojava teqe li otombîlekê kiribûn 4 welatiyên sivîl li bajarê Amûdê li Rojavayê Kurdistanê birîndar bûn.

Şehrîbana Kurdî klîpa “Kevokim” çêkir

Şehrîbana Kurdî klîpa "Kevokim" çêkir

Ako Mihemed: “Rûdaw jî bi we re ye”

Her ku ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Silêmaniyê kete ber êrişa fitnegêran (ne xwepêşanderan), gelek kesan ji rêveber û berpirsên dezgehên medyayê li Silêmaniyê pêwendî bi me re kirin û bi tundî nerazîbûna xwe li hember vê êrişê diyar kirin û di eynî demê de jî amadebûna xwe bo piştgirîkirina Rûdawê nîşan dan.

Newşîrwan nexweşê Şêrpençe ye li Almanya ye

Rêberê Tevgera Gorran, Newşîrwan Mistefa ev demeke bi nexweşiya Şêrpençe ketiye û niha li Almanya tê dermankirin. Niha ew û zarokên xwe çend kesên derdora wî li Almanya ye. Kesên bi Newşîrwan re ne ev in: Nime Newşîrwan Mistefa, Çira Newşîrwan Mistefa, Çiya Newşîrwan Mistefa û Rizgar Hacî Elî

Çopî û mêrê xwe hev berdan

Hunermenda kurd Çopî Fetah ragihand ku, ev nêzîkî salekê ye ku wê dev ji hevjînê xwe berdaye, lê dûrketin bandoreke xwerab li ser karê wê yê hunerî nekiriye.

Serokê parlamentoyê derbasî Hewlêrê nerkirin

Serokê Parlamena Kurdistanê Yûsif Mihemed rexne li rêgirtina wan ya ji bo çûna Hewlêr girt û diyar kir ku pirsgirêk bi vê rêbazê çareser nabin.

Mesrûr Barzanî: Êrîşî li dijî PDK xizmet dijmin dikin

Şêwirmendê Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî berpirsiyariya êrîşên ser baregahên PDK’ê dixwe ser stûyê çalakgerên Tevgera Goran û dibêje, ”Bernaeyek bi plan hatiye dariştin.”

Şerîfo Klîpeke nû derxist (Vîdyo)

Şerîfê Omer (Şerîfo) ku weke şahê Rapa Kurdî tê naskirin, klîpeke nû bi navê Tirşika Hîpopa Kurd derxist (Vîdyo)
WP2Social Auto Publish Powered By : XYZScripts.com