“Bila kesek ne li benda şerê PKK û PDK be”
Endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Duran Kalkan got, bila ti kes hêvî nekin em bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re şerî bikin.
Agir bi mala hunermend Yehya Silo ket
Hunermend û karîkaturîstê Kurd yê navdar Yehya Silo ku li Almanya bajarê Dusseldorf dimîne û bavê 3 zarokan e, dema ku ew û malbata xwe ji bi karekî ji mala xwe derdikevine derve, agir bi mala wî dike.
Agir bi balkona mal dikeve, lê derbasî hundir nabe.
Polîs û agirkuj têne mala wî, agir vedimirînin, û dema ku Yehya Silo û zarokên xwe vedigerin mal dibînin ku polîst û karmendên agirkuj di mala wî de ne, derî şikandine û derbasî hundir bûne.
Polîsan dest bi lêkolînên kirin, heta niha nayê zanîn bê ka agir çawa bi malê ket.
Yeyha Silo ji Avesta re ragihand ku polîsa zû xwe gihandine malê, û ziyaneke cidî çênebû.
Di van demên dawiyê de Yehya Silo, di medyaya almanî de bi sûret û karîkatirên xwe deng da û bû cihê balkêşiyê.
Yehya Silo, ji Ehresê ye (ser bi Ezazê ve).
Serokwezîr pêşwaziya balyozê Hollandî kir
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê li bargeha xwe pêşwaziya balyozê Hollanda li Îraqê, Jahn Waltmans kir.
Di hevdîtinê de behsa pêwendiyên di navbera her du welatan de hate kirin. Sefîrê Hollandî got, ew di alîkariya xwe de ji herêma Kurdistanê berdewam bin.
Serokwezîr Barzanî jî, spasiya xwe ji bo gel û hikûmeta Hollanda anî ziman, ji bo alîkariya serbazî û mirovî ji destpêka şerê li dijî DAIŞ de.
“Ka Artêşa Azad li kuderê ye?“
Wezîrê derve yê Rusya Sergi Lavrov behsa wê yekê kir ku wan ji Emerîka daxwaz kirine ku adrêsa cihên Artêşa Azad bidin wan ji bo ku bi şaşî li wan nedin, lê Emerîka heta niha jî tiştek ji wan re negotiye.
Lavrov got, "Ka Artêşa Azad li kuderê ne?! Eger bi rastî tiştek bi navê Artêşa Azad hebe, em amade ne bi wan re bidin û bistînin..."
Lavrov her wiha got, Artêşa Sûriyê li ser erdê gelekî xurt e.
Dizeyî: Daxuyaniya serokê komîteya darayî derew e
Izet Sabîr serokê komîteya darayî li parlamentoya Kurdistanê di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku qaşo yek milyar û pêncsed milyon dolar pereyê hikûmeta herêma Kurdistanê di bankaya Kurdistanê ya navdewletî de heye û hikûmet miaş nade.
Daxuyaniya KNK li ser bûyerên dawiyê li Tirkiyê
JIBO REYA GIŞTÎ... Em Teror û Wehşeta Dewleta Tirk Ya Li Ser Gelê Kurdistanê Şermezar Dikin!
PKK: Emê êrîşî bajarên Tirkiyê bikin!
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik di hevpeyvîneke ligel rojnameya Al Axbar de rojeva kurdan û pirsgirêkên Kurdistanê nirxandin.Cemil Bayik teqez jî kir ku 'eger dewlet wiha êriş bike hêzên PKKê wê dakevin bajarên Tirkiyayê.
Li mala Bexdadî çi dît û çi nedît!
Ew keça kurd a êzîdî ku demekê li mala Rêberê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî maye û piştre rizgar bûye, serpêhatiya xwe ji Rûdawê re behs dike.
“Ji Tirkan Merhamet payîn ehmeqî ye!“
Kurdekî bi navê ”Kerem Şehre Nuhî Şirnexî”, diyar e kurdekî şirnexî ye, di malpera xwe ya facê da serpêhatiyeke xwe ya bi hevalekî xwe yê tirkekî meraşî ra wiha neqil kiriye:
Çi anîn serê wezîra Îtalî (foto)
Wezîra Îtalî ya karûbarê reforman Maria Elena Boschi, 34 salî ye û endama partiya Partito Democratico ye. Di dema îmzekirina protokolekê de, bêyî ku pê bihese, pantolonê wê ji wê dişemite, û kîlotê wê (String) diyar dibe. Belavkirina wêneyê wê di Twitterê de îtalya tevlîhev dike.
Lê piştre eşkere bû ku ew bi photoshop hatiye çêkirin.