Serrûpel Dosya “Ji Tirkan Merhamet payîn ehmeqî ye!“

“Ji Tirkan Merhamet payîn ehmeqî ye!“

Belav bike

Kurdekî bi navê ”Kerem Şehre Nuhî Şirnexî”, diyar e kurdekî şirnexî ye, di malpera xwe ya facê da serpêhatiyeke xwe ya bi hevalekî xwe yê tirkekî meraşî ra wiha neqil kiriye: ”Hevalekî min ê tirkê meraşî bi navê Emîn Korkmaz heye, ev 10 sal in em hevalên hev yê samîmî ne. Min jê ra qala bûyera panzêrê kir û xwest ew wan polîsan rexne bike, şêleke îslamî nîşan bide. Wek bersîv ji min ra gott: ”Ji zarokên miletekî ku ji bo bekaya(berdewamiya, mayina) dewletê ewladê xwe dikuje, payina merhametê ehmeqî ye.” Kurdê me yê şirnexî matmayî maye. Efendim yekî misilman çawa dikane wiha bibêje? Kurro yên welatên te îsxal kirine hemû misilman in. Yên te wek mirîşkan şerjê dikin misilmanên ku eniya wan ji erdê ranabin. Yên keçên me, xwişkên me revandin û ji xwe kirin kole û li bajaran firotin jî misilman in. Heger gunehê misilmanan bi me bihata, em 30-40 milyon kurd nuha ne bindest bûn. Tirkên misilman heta nuha serên bi hezaran mezin, axa, şêx, mîr, beg û serokên me jêkirine, bobelatên mezin anîne serê me. Em ji xwe ra kirine kole û rêcberên xwe. Zimanê me yasax kirine, Bi qasî nufûsa me leşker, polîs û mahcirên xwe li welatê me bi cî kirine. Navê welatê me li me yasax kirine, bi viya jî nehatine serî, gû bi me dane xwarin. Lê me hîn jî kîn û nefreta tirkan ya li hembrî kurdan fêm nekiriye, em hîn ji wan merhametê dipên. Ev xeyalake vala ye, gunehê tirkan tu carî bi me nayê. Me hemû kurdan wek Lokman bikujin û bi erdê ra bişînin dîsa jî gunehê wan bi me nayê, dîsa ewê bibêjin “OXXX” çi baş bû… Bêyî kurdan kîjan miletê din bûya nuha tirk nas kiribû, fêm kiribû bê tirk çi keftar in, çi nazîst in…. Exlaq, moral, etîk bi civata tirk ra nemaye, civet riziay ye. Lema jî însanên tirk pir zalim û bêujdan bûne, bêmerhamet bûne…