Serrûpel Nûçe Keça Êzîdî: Min zarokê ji DAIŞ ji ber xwe avêt

Keça Êzîdî: Min zarokê ji DAIŞ ji ber xwe avêt

Belav bike

 

Ji bo ku neyê naskirin, di hevpeyvînê de navê “Hînd” bikar anî. Hînd, par havînê mîna bi sedan jin û keçên êzîdî, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li devera Şingalê hatibû revandin. Hînd wiha behsa wê rojê dike:

 

“Saet 02:00 roja 3ê Tebaxa par, li Şingalê şer derket û heta saet 9ê şev berdewam bû. Hêzên Pêşmerge û çekdarên êzîdî di şer de şikestin. Ez û jinbiraya xwe çûn mala apê xwe. Xûşka min a biçûk û meta min û zarokek wê jî bi me re bûn. Me zû otomobîlek dît û em û dayîk, bav û apê xwe ber bi çiyê ve reviyan. Yên ku bi piyan reviyan, rizgar bûn lê yên ku bi otomobîlê reviyan, ketin destê DAIŞê.”

 

Ew keça kurd dibêje, hinek erebên devera Şingalê li bendê bûn firsendek çêbibe da ku êrişî êzîdiyan dikin. Ewên ku nekarîn birevin li ser sînorê Sûriyê ji aliyê DAIŞê ve hatin girtin û li devera Xanesorê hatin komkirin. Ez û du xûşkên min ji Xanesorê birin Til Eferê, paşê em ji wir jî birin girtîgeha Badoşê ya Mûsilê. Em li wir 25 rojan man. Paşê em dîsa birin Til Eferê û em xistin medreseyekê. Wan keçên genc ji yên din vediqetandin. Em derdora 700 keçî bûn.

 

Hînd û keçên din çend rojan li xaniyekî sê qatî de dimînin. Rojekî, emîrekî DAIŞê diçe cem wan. Hînd dibêje, wî emîrê DAIŞê ez û keçek din bi xwe re birin. Saet 3ê berbanga sibê wî dêwê kirêt destdirêjî li min kir. Piştî wê bûyerê ez sê mehan giriyam.

 

Hînd û hevalên wê bê hêvî nabin û hewl didin birevin û xwe ji destê wan rizgar bikin. Carekî dema dixwazin birevin, tên girtin û tevlî komeke din a keçên êzîdî tên kirin. Hînd dibêje, ez û hevaleke min xistibûn jêrzemînekê û ne av didan me ne xwarin. Carekî jî em birin Sûriyê lê dîsa em vegerandin Iraqê.

 

Ew di berdewamiya hevpeyvînê de dibêje, ez heta niha jî ditirsim û her şev xewnên nexweş dibînim. Ewê ku yekemîn car destdirêjî li min kir, yekî bilind bû, ridênê wî dibêj bû û xelkê Sûriyê bû.

 

Piraniya keçên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, di bazaran de dihatin kirrîn û firotin, hinek ji wan jî bi ser çekdaran de hatine belavkirin. Piraniya emîrên DAIŞê hinek ji wan keçan jî birine malên xwe.

 

Roja 16ê Gulana îsal, bi fermana Serokê Amerîka Barack Obama, hêzeke taybet a amerîkî li Sûriyê operasyonek ji bo girtina emîrê DAIŞê yê bi navê Ebû Seyaf kir. Di wê operasyonê de Ebû Seyaf hat kuştin û keçeke êzîdî jî ji mala wî hat dîtin û rizgarkirin.

 

Hînd dide zanîn ku carekî bi 200 dolarî hatiye firotin û carekî wek hediye hatiye pêşkêşkirin! Hînd êdî neçar dimîne bibe jina çekdarekî DAIŞê, ew çekdar jî wê dibe mala kesekî mesîhî.

 

Hînd li ser çawaniya rizgarbûna xwe jî ji Rûdawê re axivî û got, min û hevala xwe me karî telefonê peyda bikin. Me telefon şarj kir. Ez bi malbata xwe re axivîm. Me bi rêya wan kesek dît ku bi veşartî keçên êzîdî yên di destê DAIŞê de dikirrî û rizgar dikir. Me saet 03:00 xwe ji qata duyem a xanî avêt erdê. Otomobîlek hat û em gihandin Mûsilê. Em sê rojan li wir man li wir jî yekî din hat em birin devera Cezîra ya nêzîkî Mûsilê.

 

Hînd, ku Cotmeha par ji destê DAIŞê rizgar bûye, niha di nav malbata xwe de ye lê heta niha jî 4 xûşk û birayên wê di destê DAIŞê de ne.

 

Wê keça kurd behsa wê yekê jî kir ku çawa nerazîbûna xwe li hember kiryarên DAIŞiyan anîne ziman: “Min li nav çavên wan dinêrî û min ji wan re digot; Hûn çima wiha dikin? Ma qet hûn ji Xwedê natirsin? Em li dewsa zarokên we ne ma qet gunehê we bi me nayê?…”

 

Hînd li ser bersiv û karvedana DAIŞiyan jî dibêje, piştî ku me ji wan re wisa digot wan jî digot, “Îslamê destûra vê yekê daye me!” Wan em neçar dikirin Qurbanê bixwînin û dua bikin. Ti çareya me tinebû em mecbûr bûn guh bidin wan.

 

Li gorî agahiyên Hîndê, piraniya çekdarên DAIŞê biyanî bûn, hinek ji wan jî înglîzî dizanîn. Di nav wan de Misrî, Efxanî, Pakistanî, Brîtanî, Amerîkî, Çînî jî hebûn. Lê yên biyanî zêdetir li Sûriyê diman, nedihatin Iraqê.

 

Hînd eşkere dike ku hinek çekdarên DAIŞê, şerab û araq vedixwarin lê ev yek bi veşartî dikirin! Paşê behsa nimêj û rojiyê dikirin!

 

Li ser rewşa çekdarên jin ên DAIŞê jî Hînd dibêje, wisa xuya bû ku çekdarên wan ên jin bextewer bûn çimkî çekdareke jin ji min re digot, çekdarên DAIŞê pir baş in ji ber ku her tiştî didin me!

 

Hînd tîmen ziman ku beriya ku bikeve destê DAIŞê, diçû medresê û fêrî xwendin û nivîsandinê bibû lê piştî ku ket destê DAIŞê, her tişt ji bîra wê çûye!

 

Hînd rastiyeke din a bi êş eşkere dike û dibêje, piştî ku çekdarên DAIŞê destdirêjî li min kirin, ez her roj nexweş diketim. Piştî ku ez çûm duktor ji min re gotin tu ducanî! Min zarok li ber xwe bir ji ber ku jiyana min dixist nav metirsiyê. Ez kêfxweş im ku zaroka DAIŞiyekî nehanî dinê.

 

Hînd besa wî xortî dike ku beriya bikeve destê DAIŞê, jê hez dikir: “Min ji wî hez dikir. Dema ez vegeriyam wî ji min re got êdî ez te naxwazim çimkî destdirêjî li te hatiye kirin.”

 

Hînd êdî naxwaze mêr bike û niha li kampeke nêzîkî Hewlêrê bi malbata xwe re dijî lê ji jiyana kampê razî nîne: “Ezê di demek nêzîk de herin Ewropayê û êdî venagerim vir, eger vir bibe bihişta ser erdê jî!” Rûdaw