Çavkaniyeke taybet ji serkirdayetiya Partiya Pêşverû ji Rûdawê re ragihand ku vegera sekreterê partiya wan ji bo beşdarbûna kongreya giştî yê partiyê ye.
Çavkaniyê ji tora medyayî ya Rûdawê re aşkere kir ku mayina sekreterê partiya wan li rojavayê Kurdistanê yan jî derketina wî girêdayî biryarên kongreya partiyê ye.
Li gorî heman çavkaniyê wê çardemîn kongreya partiya Pêşverû di navbera 15 û 20 vê meha mijdarê de bê lidarxistin.
Sekreterê partiya Pêşverû, Hemîd Hecî Derwîş, piştî damezrandina ENKSê, sala 2011an, ji rojavayê Kurdistanê berve başûrê Kurdistanê derketibû, û ji wê demê ve, bajarê Silêmaniyê yê başûrê Kurdistanê weke navenda karê xwe yê siyasî hilbijartibû.
Di nava 4 salên borî de, Hecî Derwîş gelek kongre û hevdîtinên derbarê Sûriyê de beşdar bûbû û herwiha di nav şanda kurd de kongreya Cenêv2 ji bo danûstandinên aştiyê di navbera hikûmet û opozisyona Sûriyê de jî amade bûbû.