Serrûpel Nûçe Parîs: 129 hatine kuştin û 352 birîndar bûn

Parîs: 129 hatine kuştin û 352 birîndar bûn

Belav bike

—-

Di êrişa çekdarî û çend teqînên li Parîsê de 129 kesan jiyana xwe ji dest dane û 352 kes jî birîndar bûne.

Şeva borî li paytexta Fransa Parîsê, çend teqîn û êrişa çekdarî hatibû kirin.

 

Dozgerê Asayîşa Fransayê François Molins derbarê encama êriş û teqinên li Parîsê de daxuyaniyek da û ragihand di encamê de 129 kesan jiyana xwe ji dest dane û 352 kes jî birîndar bûne.

 

François Molins wiha got: “Me 3 tîmên terorîst diyar kirin. Terorîstek xelkê Sûriyeyê ye. Herwiha 3 kes jî li Belçîkayê hatine destderkirin.”

Li gor agahiyan di bûyerên 128 kesan jiyana xwe ji dest dayîn ji aliyê 8 kesan ve hatiye kirin.

Erişa çekdarî û çend teqînên şeva borî li Parîsê qewimîn, rêxistina DAIŞê li xwe girtibû.