Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Kurdistanê Aştî Hewramî, ji Reutersê re li ser firtona petrola Kurdistanê axivî û got, Bexda ferqûcudahiyek mezin dixe navbera Herêma Kurdistanê û herêmên din ên Iraqê ji ber wê jî dema me zanî êdî Bexda bûdceya me nade em neçar man bi serê xwe petrola xwe bifroşin.
Aştî Hewramî anî ziman ku şîrketên mezin ên mîna Exxon Mobîl û BP (British Petrolium) bi milyaran dolar li Kurdistanê razandibûn lê ji tirsa gefên Bexdayê nediwêrîn petrola Kurdistanê bikirrin û kirryarên din jî digotin bila Hikûmeta Kurdistanê ji me re gemiyên veguhestina petrolê kirê bigire ji ber wê jî daxwaz ji bazirganekî şareza kir alîkariya me bike.
Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî yê Kurdistanê da zanîn ku Bexdayê ji destpêka sala 2014ê ji Hikûmeta Kurdistanê dixwest rojane 400 hezar bermîl petrol bifroşe lê ew di şiyana Kurdistanê de nebû û got, Bexdayê meha Çileya 2014ê tenê 500 milyon dolar da me, meha Sibatê ji wê kêmtir da û meha Adarê bi yekcarî bûdceya Kurdistanê qut kir.
Aştî Hewramî behsa serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê jî kir û got, Serokwezîr Barzanî çûbû Bexdayê ji bo ku bizane li wir çi diqewime lê rayedarên Bexdayê guhdarî wî nekirin ji ber wê jî em neçar man meha Gulana par me biryar da bi serê xwe nefta xwe bifroşin.
Hewramî behsa serdema Serokwezîr Heyder Ebadî û rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê ji bo firotina petrlê jî kir û got, dema Heyder Ebadî bû serokwezîrê Iraqê, hêviyek çêbû ji ber wê jî Hewlêr û Bexdayê li ser wê yekê li hev kirin ku Bexda li hember hinartina 550 hezar bermîl petrol, her meh milyarek dolar bide Kurdistanê lê Bexda girêdayî wê rêkeftinê nema.
Aştî Hewramî eşkere kir ku niha welatên ku nefta Kurdistanê dikirrin 10 in û got, eger tu ji her kurdekî bipirsî dê behsa serxwebûnê bike lê vê gavê rayedar herî zêde serxwebûna aborî dixwazin.
Wezîrê Çavkaniyên Sirûştî bi çareserkirina arîşe û kirîza aborî ya Kurdistanê geşbîn û dibêje, Kurdistan dikare van arîşeyan çareser bike. (rûdaw)