Mela Bextiyar îro li Zanîngeha Silmaniyê semînarek pêşkêş kir û tê de behsa rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên partiya wî ligel HDP û PKKê kir.
Di wê semînarê de, Bextiyar ragihand: “Dema HDPê di hilbijartinên Tirkiyê de 80 kursî bi dest anî me daxwaz jê kirk u di Hikûmeta Tirkiyê de beşdar be, lê wan ev daxwaza me red kir.”
Wî berpirsê YNKê derbarê vê mijarê de wiha domand: “Em çûn Qendîlê û bi nihênî ligel berpirsên PKKê civiyan û me ji wan re got, ji HDPê re bêjin bila di hikûmetê de beşdar be, lê HDPê ji biryara xwe venegeriya.”
Mela Bextiyar ragihand: “Dema şanda HDPê serdana me li Silêmaniyê kir, me dîsa daxwaz ji wan kir ku xebata siyasî û çekdarî tev hev nekin, wan jî ji me re got, em nakin.”
Derbarê pêwendiyên YNK û PKKê de, Berpirsê Desteya Kargêrî ya Polîtburoya YNKê wiha got: “YNK ligel PKK û HDP li ser ti xaleke îdeolojî rêkeftin nekirine.”
Herwiha derbarê Başûrê Kurdistanê jî, Bextiyar ragihand: “Ti rêkeftineke siyasî di navbera herçar partiyên Başûr (YNK, Tevgera Gorran, Komel û Yekgirtûya Îslamî) de tune ye, lê belê pêşniyarqanûneke hevbeş ê herçar aliyan li Parlamentoya Kurdistanê heye.”
Mela Bextiyar wiha domand: “Gotûbêj di navbera YNK û Tevgera Gorran de heye bo pêkanîna rêkeftineke dûalî, lê heta niha ew tenê gotûbêj in û nebûye rêkeftin.”
Di axaftina xwe de Mele Bextiya Cemîl Bayîk jî weke qehremanekî netewî bi nav kir.
Rûdaw